HDP’ê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê Maseya Koordînasyonê ava kir

Li Navenda Giştî ya HDP’ê ji bo şopandina tedawîkirina çalakgerên di greva birçîbûnê de û di rojiya mirinê de, Maseya Koordînasyonê ya Giştî hate avakirin.

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê hatibû bidawîkirin. Ji bo şopandina tedawîkirina çalakgerên greva birçîbûnê û çalakgerên rojiya mirinê yên di girtîgehan de HDP’ê Maseya Krîzê ava kir. Li gorî daxuyaniya Beşa Çapemeniyê ya HDP’ê “Maseya Koordînasyonê ya Giştî” û “Maseya Koordînasyonê ya Herêmê hatiye avakirin.”

Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê di 26’ê Gulanê de hatine qedandin. Niha divê ji bo tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê xebat were kirin. Di vî warî de peywireke mezin li rêxistinên tendirustî û kedê dikevin.

Ji bo birêvebirina pêvajoya tedawiyê û çareserkirina kêşeyan, ji bo hevdîtinên bi rayedar û saziyan re, Maseya Koordînasyonê ya Giştî hatiye avakirin. Li vê maseyê endamên me û parlementerên me hene.

Di heman demê de ji bo şopandina tedawiya girtiyên di girtîgehan de, heyet hatine peywirdarkirin. Di asta herêman de jî Maseya Koordînasyonê ya Herêmê û Maseya Krîzê hatiye avakirin.

Telefona maseya krîzê ya HDP’ê: 0505 164 35 75

Armanca me ev e ku tendirustiya çalakgeran roj berî rojekê baştir bibe.”