HDP’ê êrîşa nîjadperestî ya li ser cenazeyê Tûglûk bire Meclîsê
Onlu yê HDP’yî êrîşa bi ser cenazeyê Hatûn Tûglûk de bire Meclîsê û ji Serokwezîrê Tirk pirsî, "gelo vê peyamê dide Kurdan: Çavê me ne li saxê we û ne jî li miriyê we bar nabe?"
Onlu yê HDP’yî êrîşa bi ser cenazeyê Hatûn Tûglûk de bire Meclîsê û ji Serokwezîrê Tirk pirsî, "gelo vê peyamê dide Kurdan: Çavê me ne li saxê we û ne jî li miriyê we bar nabe?"
Wekîlê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu derbarê êrîşa faşîst a li ser cenazeyê dayika Alîkara Hevseroka Berê ya HDP’ê Aysel Tûgluk, Hatûn Tûgluk îro pirsnameyek da meclîsê.
‘HÊZÊN DEWLETÊ MUDAHELE NEKIRIN’
Onlu di pirsnameyê de ku xwest Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim bersiv bide wiha got:
‘’13.09.2017’an li Goristana Încek a Golbaşi Enqerê êrîşeke bi nîjatperestî bi ser dayika Alîkara Hevseroka me ya HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk de birine.
Dema ku li Goristana Golbaşî Încekê cenaze dihate veşartin, komeke nîjatperest a ku li goristanê kom bûyî û ji derve anîbûn bi dirûşm û dijûnên, ‘’Ev der ne xaka Ermenan e’, ‘Ev der goristana Sinnî ye, Elewî nikarin li vir werin veşarin’ nehiştine ku cenaze were veşartin. Hêzên dewletê bi ti rengî mudahele li komê nekirine. Piştî êrîşa ku hêzên dewletê mudahele nekirin û bi saetan dom kirî ji neçarî cenazeyê Hatûn Tûglûk ji gorê hatiye derxistin.’’
PIRSÊN KU LI BENDA BERSIVÊ NE
Alîcan Onlu yê HDP’yî ji Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim xwest ku bersiva van pirsan bide:
‘’Hûn dixwazin ku Tirk-Kurd-Elewî-Ermen bi hev re bijîn?
Ev êrîşa li dijî cenazeyê dayikeke Kurd-Elewî gelo vê peyamê dide Kurdan: Çavê me ne li saxê we û ne jî li miriyê we bar nabe?
Derheqê organîzatorên vî sûcî de wê lêpirsîna hewce were kirin?
Meqamê Serokwezîrtiyê, derbarê vê êrîşa bi nîjatperestî û derveyî mirovahiyê daxuyaniyek daye? Wê kengî daxuyaniyê bide?
Wezareta Karê Derve ya Diyanetê derheqê vê êrîşê wê ji bo Misilmanên jidil û bi wijdan daxuyaniyekê bide? Bêdegmana Diyanetê tê maneya erêkirina êrîşê?"