HDP’ê êrîş şermezar kir, Wezareta Karê Hundir berpirsyar dît

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşên li dijî xebatên hilbijartinê yên li hin deveran şermezar kir û got Wezareta Karê Hundir ê Tirk berpirsyarê êrîşan e.

Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenetera Êlihê Ayşe Acara Başaran daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got; “Li hemû bajar, navçe, gund û kolanan em xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi biryardarî û çoşeke mezin didomînin. Lê li hinek deveran li dijî xebatên hilbijartinê êrîş pêk tên.”

Başaran têkildarî êrîşa li Bolûyê got ‘bi armanc hate kirin’ û wiha domand; “Bi van êrîşan dixwazin xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê asteng bikin. Êrîşa herî dawî li Bolûyê bi temamî bi armanc hate kirin û xwestin asteng bikin.

Ev êrîş gelek caran ji aliyê endam û aligirên ku di nava koalîsyona AKP-MHP’ê de cih digrin ve pêk tên û gelek caran hêzên Emniyetê piştgiriyê dide van kesan û dibin çavdêriya wan de pêk tên.”

Başaran got “Ev rewş nayê qebûl kirin” û wiha pê de çû; “Em carek din bi bîra hêzên emniyet û amirên mulkî, qeymeqam û waliyan bînin ku HDP di çarçoveya Destûra Bingehîn û qanûan de li 87 herêmên hilbijartinê bi namzetên xwe re partiyeke beşdarî hilbijartinan bûyî ye. Namzetê Serokkomariyê jî Selahattîn Demîrtaş e.”

Başaran bang li Wezareta Karê Hundir jî kir û wiha got; “Erk û berpirsyartiya hêzên emniyet û Wezareta Karê Hundir ê Tirk ew e ku ji bo ku xebatên hilbijartinê di nava ewlehiyê de pêk were, tedbîran bigrin. Astengkirina xebatên hilbijartinê Wezareta Karê Hundir û hêzên emniyetê berpirsyare.

Erka wan pêşî lêgiritna êrîşan e. Erka wan ne ew e ku bi êrîşkaran re tev bigere û ji bo bi heq derbixe biwêjan bibêje.

Em ne tenê êrîşên li dijî me, di heman demê de êrîşên li dijî partiyên din ên mûxalîf şermezar û protesto dikin.

Em ê ji bo aliyên peywendîdar ên ku tedbîrên pêwîst negrin de, giliyê wan bikin.”