HDP’ê dorpêla li ser avahiya Partiya Şoreşgeran şermezar kirin
HDP’ê, dorpêça polîsan a li ser avahiya Partiya Şoreşgeran a bi boneya wêneyên Demîtaş û Yuksekdag a bi avahiyê ve hatiye daliqandin, şermezar kir.
HDP’ê, dorpêça polîsan a li ser avahiya Partiya Şoreşgeran a bi boneya wêneyên Demîtaş û Yuksekdag a bi avahiyê ve hatiye daliqandin, şermezar kir.
HDP’ê têkildarî dorpêça polîsan a bi boneya wêneyên hevserokên giştî Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û pankarta bi nivîsa “Bi teqez em ê bi ser bikevin” a bi avahiya Partiya Şoreşgerên Hevpar (Partiya Şoreşgeran)a ku li Kadikoya Setnbolê hatibû daliqandibûn, daxuyaniyek da.
‘REWŞEKÎ PÊKENOK E!’
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hatin gotin:
“Bi vê êrîşê carekî din AKP’ê xwe da nîşandan ku çiqas winda kiriye. Hewldana wêneyên hevserokên partiyekî ku di parlementoyê de partiya 3’emîn ya ku bi avahiya rêxistinekî cuda ve anîna xwar, rewşa Tirkiyeyê ya trajî pêkenok radixe berçavan.
Desthilatdariya AKP’ê ya ku bi xwe jî di wê ferqê de ye ji derveyî hiqûqê her karî dike, bi vê hewldanê û gave di pêvajoyekî ku ti hiqûq nehêlaye û di nava hewldanên kirîmînalîzekirin û darezandin hevserokên giştî de ne.
Vê hewldana desthilatdariyê û hêzên ewlekariyê bi awayekî herî dijwar şermezar û lenet dikin.”