HDP’ê derbarê darbeya qeyyûm bi sefîrên YE’yê re rûnişt

Heyeteke HDP’ê tevlî civîneke Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bû. Heyetê derbarê derbeya qeyyûm agahî da.

Hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê Selçûk, Mizrakli, Bedîa Ozgokçe Ertan, Ahmet Turk ên ku di 19’ê Tebaxê de peywira wan hate desteserkirin û Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nazmî Gur di heyetê de cih girtin.

Civîna li Enqereyê ya Delegesyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê , welatên endamên YE û nûnerên balyozxaneyên Swîsre û Norwecê tevlî bûn.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê hevdîtin bi qasî du saetan domiyaye û qala darbeya qeyyûm hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hevşaredarên ku bi darbeya qeyyûm ji peywira xwe hatine stendin diyarkirin ku wê vê derbeyê qebûl nekin , ji xeynî geşkirina têkoşîna rewa wê vê derbeyê têxin rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Delegesyona Yekîtiya Ewropayê jî diyar kirine ku ew vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”