HDP’ê ‘Deklerasyona Têkoşînê ya Hevpar’ eşkere kir

HPD’ê li Stenbolê mîtîgek lidar xist, ‘Deklerasyona Têkoşînê ya Hevpar’ eşkere kir. Di deklerasyonê de ev tişt hate gotin: “Em bi awayekî vekîr bang li hemû beşên civakê dikin; Em nerawestin! Faşîzmê rawestînîn.”

Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP), li Paraka Abasapa a Beşîktaşê bi dirûşam “Em nerawestin, bêjîn raweste” mîtîngek girseyî lidar xist. Di mîtîngê de “Deklerasyona Çareseriya Demokratîk” a bi sernavê “Em banga têkoşîna hevpar dikin” hate eşkerekirin.

Deklerasyona ku ji aliyê Hevseroka Giştî Serpîl KemalBay û Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr ve hate eşkerekirin wiha ye:

“Bandorên kirîzên leşkerî, çandî, aborî û siyasî yên kûr ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn, necamên wê guherînên mezin li ser herêmê dike, kirîza ku bi têkoşîna li Iraqê re destpê kir û her ku çû li Sûriyeyê xwe da der, bûye cihê ceribandinên hêzê yên gerdûnî.

Dîktator û pêkhateyên yek miletparêzî yên ku êdî nikarin heyîna xwe li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn a di warê civakî de pir rengî û zengî bidomînin, li hemberî têkoşîna hevpar a gelan û dînamîkên azadiyê, li dijî daxwazên veguherîna civakê her roja ku diçe dikeve rewşa bê hêziyê. Ev rewş di haman demê de ji bo gelên hejar dibe fersendên nû û vebijêrkên çareseriyê derkeve holê.

Tirkiye ya ku ji hemû bûyerên li Rojahiata Navîn diqewimin di aliyê civakî û pêşketinên siyasî yên jiyanê de bandor dibe, li ser vê herêmê li şûna çareseriyekî aştiyane bişopîne, ji ber hevesa hêza herêmê, Erdogan-AKP’ê bloka şer bi hêz dike, şer belav dike. Li ser van polîtîkayan hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Ji van polîtîkayên bêhişiyê gelên Tirkiyeyê nerênî bandor dike.

Rejîma Erdogan-AKP’ê ya ku di 15’emîn sala desthilatdariya xwe de ye, dixwaze desthilatdariya xwe ya yekparêz-hişk bike bisazî. Desthilatdariya Erdogan-AKP ‘ê di nava polîtîkaya şer a li Sûriyeyê dişopîne, vê di nav xweyî de jî didomîne. Mutabakata Dolmabahçeyê ya ku bûyî hêviya aştiyê ya gelan û hilbijartina 7’ê Hezîranê jî ji nedîtî ve hat, li dijî gelê Kurd Plana Rizandinê xiste dewreyê bû yekem zilamê ku welat xiste rewşa îro ya em têde dijîn.

Koalîsyona AKP-MHP’ê ya ku xwe spart Destûra Bingehîn a 16’ê Nîsanê ku ti meşrûtyeta wê nîne, deriyê xwe ji hêzên muxalefet- demokratan re girt, jiyana gelen a demokrat ji holê rakirine.

‘EM NERAWESTIN; BI HEV RE BIGUHERÎN’

Îro li Tirkiyeyê faşîzim tê bisazîkirin. Her ku diçe dewlet dibe partîbûn û her biryar ji aliyê yek kesî ve tê dayîn. Meclîs hatiye bêbandorkirin. Serbixwe û bêalîbûna darazê tine ye. Mafê mirovan ê gerdûnî û azadî êdî ji me dûr ketiye. Desthilat di Rewşa Awarte û BHQ’ê birêve dibe.

Muxalefeta demokratîk û siyaset di bin gefên giran de ye. Kesên dengên cuda derdixin tên girtin, mudaxelekirina li ser jiyana mirovan zêde bûye, mafê kedkaran tên xwarin. Mafê peywendîkirin û azadiya ragihandinê tê binpêkirin. Bi şidet û zoriyê têkoşîna azadiya jinê tê astengkirin. Li dijî gelê Kurd êrîş û polîtîkayên qirker didomin; pêkanînekî qirker û çandî tê meşandin.

AKP, hem di hindir û hem jî ji derve de bi nêzîkatiyekî şer, alozî û dijminahiyê dixwaze deshilta xwe li ser lingan bigire û bidomîne. AKP ji bo serweriya xwe kûr bike, civakê parçe dike; cîran dike dijminê cîran, bira dike dijminê bira. Meakanîzmayên siyasî yên mîna diyalog, muzakere, dîplomasî, hiqûq, edalet, mafê mirovan tên astengkirin.

Ev bûyer hêla ku li Tirkiyeyê di qada siyasî û civakî de li gel demokratîkbûnê rastiya ruhê têkoşînê derxist holê. Li dijî vê rejîmê xeleka têkoşînê ya siyasî û civakî berfireh û bihêzkirin di aliyê hemû beşên muxalîf de weke erkekî dev jê neyê berdan derketiye pêşiya me.

Hedefa herî bingehîn a faşzîmê; tunekirina ruhê berxwedanê û hêviya hatiye bidestxistine. Li dijî vê hişmendiyê bi sirûda “Bi Teqez Em ê Bi Ser Bikevin’ bang têkoşînê li hemû beşên civakê, edalet, demokrasî, azadî û aştiyê dikin… Em bi hev re dikarin bi ser bikevin, têkoşîna heyî bilind bikin, ji bo siberoja xwe ya hevpar û wekhev ava bikin, em dikarin gavê bi hêz bi hev re bavêjin.

Îro enerjiya tevgera demokratîk a tevî hemû zext, zilim û cudakeriyê ji erdê rabûye hêdî hêdî bilind dibe. Em bang li yên ku dibêjin; ‘Ev bi vî rengî dewam nake, divê ne dom e û nerazî ne’, Yên ji bêedaletî û newekheviya desthilata AKP’ê avakirî mexdûr bûyîn; li dijî sepandinên ‘Yek şêweyî’, Yên ku xwe dispêrin civakekî pir rengiyê, cuda û wekheviyê dikin hedef, dikin.

Têkoşîna demokrasiyê  ya edaleta civakî ji bo her kesê dike hedef ku me bi hêviyê digihîne siberojê. Cesareta têkoşînê, vîna rastiya derdixe holê wê siberojekî hevpar û wekhev ava bike.

Têkoşîna redîkal a me ya ku wê jiyanekî nû bide avakirin; wê ne tenê rejîma zextker ji holê rake, wê di heman demê de ji bo avakirina komara demokratîk a xeyalê sed salane jî bibe gavek.

Bi hişmendiya demokrasiya pir rengî û beşdariyê ya ku newekheviya siyasî û di her astê de dike hedef;

Bi hişmendiya demokrasiya muzakereyî ya ku her cure kêmenete, nasnameyên cihê yên olî û zayendî nas dike;

Bi hişmendiya demokrasiyê ya wekhev ku li dijî hejarî, newekheviya paşverû, bêkarî, newekheviya herêmî û mêtîngeriyê li xwe digire banga têkoşîn li hemû beşên civak dikin ku li dijî êrîşên pir alî yên desthilatê dikin ku bêjin rawest e, bi lezgînî li dorî daxwazên demokrasiyê têkoşnê bikin.”

Di deklerasyonê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

  1. Siyaseta demokratîk nayê tesfiyekirin.
  2. Em dev ji mafê mirovan ên gerdûnî û azadiyê bernadin.
  3. Rêgezên hiqûqa demokratîk a gerdûnî û hiqûq nayê binpêkirin.
  4. Dev ji aştiyê nayê berdan.
  5. Mafê kedkarên civakî û aborî nayê xespkirin.
  6. Xweza û heyînên civakî nayên talakkirin.
  7. Siberoja ciwanan a îro û dahatûyê nayê tarîkirin.
  8. Destkeftiyên jinan nayên tinekirin.
  9. Peymanên civaka nû  pêwîstin.”

 ‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BI TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN’

Di deklerasyona HDP’ê ya banga têkoşîna hevpar kir de ev tişt hate gotin:

“Li gel axaftina van hemû yan, di nava civakek bi tendurist de; di civakekî mirovî de, di civakekî wijdanî de,  di nava civakeke bi arma de;  em dikarin bigihîjin civakekî bi ewle û aştiyê. Em bên gel hev, mil bidin milên hev, em dikarin xwedî li mafên demokratîk, azadî û nirxên mirovahiyê derkevin.

Em weke HDP, ji bo meşek hevpar û rêxistinkirina têkoşînê amade ne.

Ji bo edalet, ewlekarî û ji bo jiyanekî  weke mirovan, rêzdarî, aramî û wekeheviyê ya hesreta herî mezin a ev welat dikişîne,  ji derveyî têkoşîna hevpar û hevrebûnê ti rê nîne. Em amade ne gav bavêjin, amade ne ku ji bo rêxistinkirina meş û têkoşînekî bê navber û bibiryarin.

Em bi civînên gel, konferans, komxebat, civînan, mîtîngan, forman; beşdariyêm mezin, befireh, platformên ku pir rengiyê digire nava xwe, bi bêîtîhatiyên sivîl li kolanan û li cihên kar tên gel hev, dest bi tevgerekî wijdan û edaletê dikin.

Em bi awayekî vekirî bang li hemû beşên civakê dikin:

Nerawestîn! Faşîzmê rawestînîn!

Nerawestîn!Em bi hev re biguherin!

Bi teqez em ê bi ser bikevin!”