HDP'ê biryar da li 6 bajarên mezin mîtîngan li dar bixe

HDP, di çarçoveya "Plana Têkoşîna Aştî û Demokrasiyê" de derbasî qonaxa duyemîn a çalakiyan dibe. Biryar hate dayin, ku li 6 bajarên mezin mîtîng bên lidarxistin. Çalakî wê du mehan dewam bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya "Plana Têkoşînê ya Demokrasiyê" de, ku 20'ê Tîrmehê ragihand, derbasî qonaxa duyemîn bû. Di vê çarçoveyê de bernameya li ser mîtîngên mezin hate eşkerekirin. Li gorî vê plansaziya ku ji destpêka hefteyê ve li civînên Meclîsa Jinê, Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî hate nirxandin, wê li 6 bajarên mezin mîtîngên girseyî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de wê destpêkê li Stenbolê bi hêzên demokrasiyê re 10'ê Îlonê roja Yekşemê mîtîng pêk were. Tê plankirin ku mîtîng li Bakirkoyê bê lidarxistin.

FÎNAL WÊ LI ÎZMÎRÊ BE

Piştî Stenbolê,w ê 17'ê Îlonê li Amedê, 20'ê Îlonê li Wanê, 24'ê Îlonê li Edeneyê, 30'ê Îlonê li Mersînê û 14'ê Cotmehê li Îzmîrê mîtîng werin lidarxistin. Dirûşma mîtîngan jî ev e: "Em nesekinin, bidin sekinandin, faşîzmê bidin sekinandin, bi hev re bidin guhertin."

HDP WÊ 2 MEHAN LI KOLANAN BE

Di çarçoveya plana çalakiyan de HDP wê di vê qonaxê de li 120 cihan bi gel re civîn, panel û sempozyûman li dar bixe. Ev civînên bi gel re ku 19'ê Tebaxê dest pê kir, wê heta dawiya meha Cotmehê bidome.

Wekî din, wê li bajarên ku mîtîng lê nehatine lidarxistin şahiyên gel pêk werin. Di nava meha Cotmehê de ev kombûn wê li Enqere, Semsûr, Meletî, Dîlok, Hatay, Antalya, Aydin, Denîzlî, Mûgla, Manîsa, Bûrsa û Kocaeliyê werin lidarxistin. 

Her wiha wê di 2'ê Cotmehê de li Erdexanê ger û geşta herêmand est pê bike û heta 22'ê Cotmehê li 17 bajaran dewam bike.

Li Antalya, Bûrsa, Edene û Kocaeliyê wê di navbera 7-15'ê Cotmehê de bi beşdariya hêzên demokrasiyê sempozyûm werin organîzekirin.