Civîna ku li Otela Demîr a saet 17:00’an destpê kir, li gel Însyatîfa Dayikên Aştyê, gelek STK û partiyên siyasî tevlî bûn.
Salona ku parlemeterên HDP’ê bi hev re ketin hindir, beriya axaftinan sînevîzyona ku têkilarî namzetiya serokkomariyê ya HDP’ê Salahattîn Demîrtaş hate nîşandan.
Di civînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ê qeyûm hate wezîfedarkirin Ahmet Turk axivî. Turk anî ziman ku rû bi rû yê hilbijartineke bi darê zorê ye û got: “Lê ji dîrokê heta roja me ya îro çandeke me ya têkoşînê ya li dijî polîtîkayên zextê heye. Me ji destpêkê ve gotibû, cih û meqam ne, em ê têkoşînê bikin.”
‘DEMOKRASIYEK BÊ KURDAN NABE’
Turk anî ziman ku ji bo 24’ê Hezîranê eniyeke ya nîjatperestiyê hatiye avakirin û li dijî vê Kurd, Elewî û şoreşger hatine cihêkirin eniyeke eniyeke din a nîjatperesiyê hatiye avakirin û got: “Kurd ji bo guhertin û veguhertinê di vê hilbijartinê de xwedî rol in, Xwedî li mirovên ku ji bo gel û vê têkoşînê berdêl dane derkeivin. Ev erkekî me yê dîrokî ye. Tevî hemû zext û zordariyan jî em ê bidin nîşandan ku li Tirkiyeyê demokrasiyek bê Kurdan nabe. Bi cihêkirina gelan wê siberojeke demokratîk pêk neyê.
Piştî axaftina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê qeyûm ji bo wê hate wezîfedarkirin Ahmet Turk şûnde Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û wiha got:
‘NAMZETÊ ME DEMÎRTAŞ E’
“Hilbijartina 24’ê Hezîranê ya serkomariyê û parlementeriyê hem Kurdan hem jî gelên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike. Êdî tu wexteke ku civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd winda bike tune ye. Li ser vî esasî em namzetiya hêja Selahattîn Demîrtaş ku civaka Tirkiyeyê hemêz dike û hêvî û heycanê dide bi rêzdarî silav dikin.
Namzetê me yê serokomariyê hêja Selahattin Demritaş zarokê Amedê ye. Niha dem ew dem e ku gelê Amedê xwedî li hêja Selahattin Demirtaş derkeve. Divê tu kes 4’ê Mijdarê ji bîr neke. Di 4’ê Mijdarê de Demirtaş li vir li Amedê hat binçavkirin, wî birin Girtîgeha Edîrneyê û ji wê rojê ve rehin hatiye girtin. Niha ya ku divê em bikin ew e ku êvara 24’ê Hezîranê em li vir namzetê xwe yê serkomariyê Demirtaş b kulîlkan, govendê pêşwazî bikin.
Em ê xebatên hilbijartinê ji îro pê ve bidin destpêkirin. Ji ber ku hêja Selahattin Demirtaş di Girtîgeha Edîrneyê de ye nikare xebata bi rê ve bibe. Ji girtîgehê ne pêkan e ku ew û hilbijêrên xwe bên gel hev. Loma ji bo demildest bigihîje azadiya xwe em careke din daxwaz dikin. Divê xebatên xwe yên hilbijartin, tevî gelê xwe li mîtînagn, li çalakî û di xebatan de bi destê hilbijêrên xwe bigire û bike. Ji ber vê divê demildest bê berdan.
Ne pêkan e ku Demirtaş bi vî awayî xebatên hilbijartinê bike. Nikare bi riya parêzeran xebatên hilbijartinê bike. Em careke din ji vir bang dikin ku divê demildest ev neheqî, derhiqûqî û bêedaletî ji holê bê rakirin. Eger wê Demirtaş di girtîgehê de be, wê heta 24’ê Hezîranê rojnamevan biçin girtîgehê an na, em dixwazin vê yekê hîn bibin. Em dixwazin hîn bibin wê kîjan qenala wêrek Demirtaş vexwîne qenala xwe.
Lê belê em destnîşan dikin ku divê demildest Demirtaş bê berdan û wê êvarê wekî serokomar ew û gelê xwe bên gel hev û ji bo vê yekê zemîn amadekirin.
Demirtaş tenê ne namzetê Kurda ye, namzetê Tirk, Ermenî, Elewî, jin û ciwana ye. Demirtaş wekî hincet û afirînerê hêviyê yê vê civakê heye û wê tim hebe.
Niha barê ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li Demirtaş derkevin. Eger em karibin vê yekê bikin, wê Demirtaş êvara 24’ê Hezîranê tembûra xwe lêxe û em ê bi hevdu re govengê bigerînin.”