HDP’ê bertek nîşanî tezkereyê da

HDP’ê bertek nîşanî tezkereyê da

HDP’ê bertek nîşanî tezkereya şer a hikûmetê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kiriye da û diyar kir ku hikûmet ne di niyeteke ku aştî û biratiyê bîne vê herêmê de ye û bi vê tezkereyê careke din derketiye holê.

Desteya Rêveber a Navendî MYK’a HDP’ê duh daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî tezkereya şer a ji bo Serokatiya Meclîsê hatiye pêşkêşkirin, da.

HDP’ê da zanîn ku careke din hatiye dîtin ku naveroka tezkereya ku hikûmetê pêşkêşî meclîsê kiriye guherînek çênekiriye û got: “Tezkere li şûna ku avabûnên rejîmên demokratîk yên li ser wekheviya gelê Iraq û Sûriyeyê bilind dibe hedef bike, feraseteke hegemon a Tirkiyeyê dike hêza pêşeng digire nav xwe. Ev tezkere jî bi du tezkereyên berê re heman naverokê digire nav xwe.

HDP’ê diyar kir ku hikûmet rastiya DAIŞ’ê nabîne û li gel ku gelên Tirkiye û herêmê di bin tehdîda DAIŞ’ê de ye jî, di tezkereya ku hikûmetê ava kiriye de li ser DAIŞ’ê nesekinîne.

ÎFADEYÊN KU DAIŞ’Ê NAÊŞÎNE

HDP’ê ji bo tezkereya ku duh sewqî Serokatiya Meclîsê hatiye kirin got: “Di metna tezkereyê de îfadeya ku DAIŞ’ê naêşîne tên bikaranîn û hemû îfadeyên li ser DAIŞ’ê tenê li gorî belgeyên NY’ê tên vegotin. Ji bo DAIŞ’ê hevseng bike beyî ku bi nav bike PYD’ê di nava komên terorîst de nîşan dide û lê îro hemû cîhan dibîne ku yekane hêza li dijî DAIŞ’ê têdikoşe PYD û YPG ye.

AKP BERPIRSYARIYA XWE VEDIŞÊRE

Di tezkereyê de îfadeyên weke ‘li Iraq û bi taybet jî li Sûriyeyê di hejmara komên terorîst de zêdebûn heye’ hatiye bikaranîn. Lê di vê zêdebûne rastiya bandora polîtîkayên Tirkiyeyê ya li ser vê tê veşartin. Ev rastî ye ku hemû cîhan dizane Tirkiye piştgiriyeke mezin dide DAIŞ’ê. Lê di tezkereyê de weke ku tu rola Tirkiyê tune tê nîşandan.

HDP’ê di berdewamiya daxuyaniyê da zanîn ku tu niyeta hikûmetê ya ku aştî û biratiyê bîne herêmê tune û piştgiriya ku ji bo çeteyên çavsor tê dayîn, pêvajoya çareseriya Tirkiyeyê jî ber bi krîzê ve dibe.

HDP’ê da zanîn ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê dostê Tirkiyeyê ne û got: “Xizmên gelê Tirkiyeyê ne. Naskirina statuya kantonên Rojava, gelek girîng e. Îro yekane rastî ev e ku divê bo gelê Kurd piştgirî bê dayîn. Divê desthilatdariya siyasî piştgiriyê bide Kurdan. Ev tezkere ji bo qada hegemonyaya Tirkiyeyê bê mezinkirin hatiye amadekirin û  ev zemîna nexşerêya ku pêk tînin ava bike.”