HDP’ê azadkirina Şengalê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş azadkirina Şengalê pîroz kirin, tevahî şervanên azadiyê yên mil bi mil têkoşiyan bi rêzdarî silav kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş azadkirina Şengalê pîroz kirin, tevahî şervanên azadiyê yên mil bi mil têkoşiyan bi rêzdarî silav kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş azadkirina Şengalê pîroz kirin û wiha gotin: “Em tevahî şervanên azadiyê yên li Şengalê mil bi mil têkoşiyan bi rêzdarî silav dikin û em careke din destnîşan dikin ku em ê bi bîranîna mirovên me yên di vê têkoşîna mirovatiyê de şehîd ketine girêdayî bimînin.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş azadkirina Şengalê pîroz kirin. Hevserokan azadkirina Şengalê, ya bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û ji bo rizgarkirina wan dîsa bi sedan şehîd hatin dayîn, ne tenê serketina gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê wek serketina mirovahiyê nirxandin.
Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wiha gotin: “Serketina Şengalê ku bi eniya hevpar a xwe dispêre hêza xwe ya gelên Kurdistanê bi dest ket, bi serketinên Girê Spî û li Rojava Kobanê re hem di hafizaya gelên me hem jî di ya mirovatiyê de wê wek çavkaniya serbilindiyê bê bibîranîn.”
Daxuyanî wiha didome dike:
“Divê nêzîkatiya vê serketina di qada leşkerî de hatiye bidestxistin dike malê partiyek siyasî yan jî kesan bê terikandin, bi armanca sazkirina azadî û aştiyê, piştevaniya gelê Kurd û tevahî gelên li vê erdnîgariyê dijîn û tevahî nasnameyan û têkoşîna hevpar, em pir girîng dibînin. Bi vê boneyê, em tevahî şervanên azadiyê yên li Şengalê mil bi mil têkoşiyane bi rêzdarî silav dikin û em careke din destnîşan dikin ku em ê bi bîranîna mirovên me yên di vê têkoşîna mirovatiyê şehîd ketine girêdayî bimînin.”