HDP: Divê endamên MEBYA-DER’ê werin berdan

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede diyar kir ku endamên MEBYA-DER’ê yên ku hatine girtin û destgîrkirin divê werin berdan.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 27’ê Sibatê de endam û rêveberên MEBYA-DER’ê hatibûn destgîrkirin. Hatûn Aslan (72) û Meryem Soylû (78) jî hatine girtin. Di 3’ê Adarê de jî di serdegirtinamalan de 13 kes hatine destgîrkirin. Îro jî destûr nehate dayîn ku parêzer biçin serdana muwekîlên xwe yên di nezaretê de.

Em bang li desthilatdar û saziyên darizandinê dikin, divê endam û rêveberên MEBYA-DER’ê serbest werin berdan.”