HDP’ çû serdana Yetîtiya Taxan

Heyeta HDP’ê serdana Yekîtiya Taxan kir. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarhan Olûç ê di serdanê de axivî, bal kişand li ser yekgirtiya ji bo demokrasiyê.

Heyeta bi pêşengtiya Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di çarçoveya ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’, ‘Paketa Darazê’ û ‘Îtifaqa Demokrasiyê’ serdana partiyên siyasî, STK, sendîka û platformên cuda kir. Heyetê çû sertana Yekîtiya Taxan.

Heyeta HDP’ê bi Rêveberên Yekîtiya Tanxan li avahiya wan a li Şîşlî Okmeydani hatin ba hev.

Di serdanê de Olûç axivî û got: “Pêwîstî bi reforman heye. Ya hatî kirin mirov nikare bêje reform e.

Pêwîstî bi destûreke bingehîn heye. Bloka desthilatê ji vê direve. Niha di nava civakê de muxalefetek baş heye. Divê dethilat li gel muxalefeta siyasî û civakî bê gel hev û li ser destûra bingehîn gotûbêjê bike.”

Olûç bal kişand ku divê îtifaqeke demokrasî pêk bê û got: “Dema me dît ku em dibin yek û bi hev re kar dikin, ew dikevin tengaviyê. Ji bo vê em mijara îtifaqê girîng dibînin. Dema ku sivîl, civak, partiyên siyasî, sendîka bi hev re tevger dikin desthilat bi piranî jî be gav bi şûnde dide avêtin. Divê em vê pêk bînin. Em dev jî îtifaqa demokrasiyê bernadin.”

Heyeta HDP’ê di vê mijarê de daxwaza destekê ji rêveberên Yekîtiya Taxan kir, piştre jî avahiya partiyê veqetiyan. Hevdîtinên heyetê bi serdan Wexfa Lêkolînên Sosyal, Aborî û Siyasî ya Tirkiyeyê (TUSES) didome.