HDP: Biryardariya mezin bi ser xist

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ser berxwedana li dijî tecrîdê gotin, ''Biryardariya mezin bi ser xist''.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkilî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawîbûna grevên birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyanî dan.

'AZADÎ Û DEMOKRASÎ BI SER KET'

Di daxuyaniyê de hate gotin, bidawîbûna tecrîda teqez a li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, ku daxwaza berxwedêran bû, rewşeke wiha ku mafên girtiyan ji hêla hiqûqa navxwe û navnetewî were bicihanîn, hevdîtina parêzeran gaveke erênî ye. Her wiha hate gotin hemû girtî û cezaxwariyên ku ji bo hiqûq bi cih were bi berdêldayinê di geva birçîbûnê û rojiya mirinê debûn, ji bo azadî, aştî, hiqûq û demokrasiyê biryardariyeke mezin nîşan dane.

ÇALAKIYÊN FEDAYÎ HATIN BIBÎRANÎN

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di vê pêvajoyê de 8 mirovên me jiyana xwe ji dest dane û vê êşeke mezin daye me hemûyan. Mixabin, hemû hewldanên ku ji bo êşên wiha neyên jiyîn kêm mane, têrê nekirine ku kesek jiyana xwe ji dest nede. Em wan dîsa bi xemgînî û êşeke mezin bi bîr tînin, sersaxiyê didin malbatên wan û gelê xwe.''

'EM Ê ZÊDETIR BIXEBITIN'

Bi berdewamî hate gotin di serdema pêş de wê ji kêmasiyên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de dersê bigirin, ji bo ku têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê bêhtir bi biryar û rêxistinî bikin, ji bo ku siyaseta demokratîk bi ser bixin wê zêdetir bixebitin.

'PEYWIRA ME YA LEZGÎN Û KARÎGER'

Buldan û Temellî bi berdewamî gotin ji bo ku girtiyên di greva birçîbûnê de rewşa wan a tendiristiyê baş bibe wê hewl bidin, peywira lezgîn û girîng a li ber wan tedawîkirina wan a bilez û karîger e û diyar kirin, di vê vê mijarê de peywir dikeve ser Wezaretên Tendiristiyê û Dadê, rêxistinên pîşeyî yên vê qadê, TTB û TÎHV'ê û hemû saziyên mafên mirovan.