HDP: Bila Midûrê Karên Giştî yê TRT’ê ji wezîfeyê bê wergirtin

HDP’ê têkildarî weşanên TRT’ê yên di pêvajoya hilbijartinan de der barê Midûrê Giştî yê TRT’ê de serî li RTUK’ê da.

HDP’ê têkildarî weşanên TRT’ê yên di pêvajoya hilbijartinan de der barê Midûrê Giştî yê TRT’ê de serî li RTUK’ê da.

Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken di daxwaznameya xwe ya dan RTUK’ê de gotin: “Kanala Nûçeyan a TRT’ê, di pêvajoya hilbijartinên 1’ê Mijdarê de weşanên hilbijartinan ji propagandaya AKP’ê re ku veqetand yek alî tevgeriyaye.”

'BILA MIDÛRÊ GIŞTÎ JI WEZÎFEYÊ BÊ WERGIRTIN'

Di daxwaznameyê de hat gotin ku dema der heqê Midûrê Giştî yê TRT’ê agahiyên berbiçav ên bêalîtiya xwe winda kiriye bên dîtin pêwîst e bi pêşniyara RTUK’ê û biryara Desteya Wezîran ji wezîfeyê bê wergirtin.

HDP’ê ji bo Midûrê Giştî yê TRT’ê ku bi biryara cih a YSK’ê misoger bûye bêalîtiya xwe winda kiriye, ji wezîfeyê bê wergirtin ji aliyê Desteya Jor ve ya pêwîst bê kirin.