HDP: Çapemeniya azad wê teqez bijî!

Alîgira Hevserokê Giştî yê HDP’ê Olûç, diyar kir ku îktîdar herî zêde ji hêza medya muxalif ditirse û wiha got: “Çapemeniya azad wê teqez bijî."

Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, têkildarî girtina saziyên çapemeniya azad daxuyaniya nivîskî da. Olûç, di daxuyaniyê de diyar kir ku ev girtin û zextên li ser çapemeniyê nişan dide ku welat bi fermanên BHQ tê rêveberin û dixwazin nasnameya pergala rejîma yek mirov serdest û rewa bikin. Oûç, destnîşan kir ku ew ne bê çare ne û wiha got: “Em ne bê çare ne.Îktîdar herî zêde ji medya muxalif ditirse. Herî zêde ji bihîstin û dîtina rastiyan ditirse. Ajansa dîhaber, salek e li diji medya hevkarên qesrê ku her tiştî berovajî dike, hemû derew û îmalata dezenformasyonan kifş kir. Ji înada medya qesrê û qesrê re bi dirûşma “Rastî di tariyê de namînin” agahiyên rast parve kir û bû denge gelan. Rastî û heqîqet ronî kir.Bi pir zimanî bû denge hemû nasnameyan. Rojnameya Şûjin jî li dijî zimanê mêr û şerût îtiraz kir û bû denge jinan. Bi awayekî ku minaka wê tune bû denge jinan. Bi girtina Şûjinê denge jinan û rastiya jinan wê di tariyê de nemine. Rojnameya Rojeva Medya ku tene bi Kurdî weşanê dike jî bê tehamuliya li dijî zimanê gelekî ye. Em wekî HDP’ê girtina dîhaber, Şûjin û Rojeva Medya şermezar dikin û dibêjin bi van qedexe û girtinan wê ti carî rastî di tariyê de neminin û her dem tarî ronî bibe. Em carek din diyar dikin ku em li cem çapemeniya Kurd in û em dibêjin em li dijî bê hiqûqî û bê edaletê ne bê çare ne. 

Olûç, herî dawî anî ziman ku bi van girtinan mafê civakê yê bibe xwedî agahî ji deste wan hatiye girtin û got: "Teqez wê çapemeniya azad bi ser bikeve. Wê bibe pira ku heqiqet û rasti eşkere bibe û tarî ronî bibe.”