HDK wê di 24’ê Îlonê de li kolanan be

HDK wê di 24’ê Îlonê de li kolanan be

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) diyar kir dê piştgiriyê bidin kedkarên perwerdê yên ku di 24’ê Îlonê de dikevin grevê.

HDK'ê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran û nakokiyan destpê kiriye û wiha got: “Wezareta Perwerdehiyê di çend mehên dawî de bi mijarên ku aniye rojevê, guherîna rêzikname û qanûnê û bi taybet jî der barê rêveberên perwerdehiyê de pêkanînên kadrobûna siyasî kir jiyanê, nîşan dide ku sala perwerdehiya nû dê di nava aloziyê de derbas bibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku hincetên siyasî beşeke mezin ya 7 hezar midûrên dibistanan hatine tasfiyekirin û  li gelek bajarên Tirkiyeyê  ji serokatiyên AKP’ê lîste hate şandin û ev jî di diyarkirina midûrên dibistanan de bi bandor bûye.
HDK’ê da zanîn ku ew piştgiriyê didin daxwazên kedekarên perwerdê û  got dê piştgiriyê bidin greva di 24’ê îlonê de pêk tê û bang kir ku hemû xwendekar û malbatên wan dibistanan boykot bikin.
HDK’ê daxwaz wiha rêzkirin:

-Divê dawî li kadrobûna siyasî, ratasyona bi zorê û surgunan bê dayîn,

-Divê  pêkanînên xebata angarya, bê rêbazî, nerm û pêkanîna performansê bê sekinandin

-Divê xwendekar li dibistanên taybet, îmam xatîp û lîseyên pîşeyî neyê mahkumkirin

-Divê kavkaniyên cemawerî ne ji bo dibistanên taybet, ji bo dibistanên dewletê bê dayîn

- Pirsgirêkên di perwerde û hîndekariya bilind de bi awayekî mayînde bê çareserkirin

-Divê em nîşan bidin ku mifte li zimanê dayikê nakeve û em xwedî li mafê perwerdehiya zimanê dayikê derdikevin.

-Divê dawî li pêkanîna dersa olî bê dayîn.

-Divê dibistanên serdest-mêr, homofobîk, zayendî û mîlîtarîst bê guhertin.

-Dibistanên Demokratîk yê Gelan.