HDK-Swîsre: Bi berxwedanê em ê faşîzmê têk bibin

HDK-Swîsre, bi armanca piştgirîkirina nobeda wijdan û edaletê ya ku HDP’ê dayî destpêkirin çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê banga xurtkirina piştgiriyê hate kirin de, hat destnîşankirin ku enceq gel bi berxwedanê faşîzmê dikare têk bibe.

HDK-Swîsre, bi armanca piştgirîkirina Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku HDP’ê dayî destpêkirin û pêkanînên faşîzma AKP’ê û MHP’ê protesto bikin li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek lidar xistin. Dîsa di çalakiyê de şewata daristanên Dersimê ya ji aliyê dewleta Tirk ve û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protestokirin.

Di çalakiya li Clarplatzê hate lidarxistin de pankartên bi nivîsa “Dest nede siyasetmedarên min”, “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne” hatin vekirin û dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Bijî Piştgirî” hatin qîrkirin.

Di axaftinên bi zimanê Elmanî û Trkî yên çalakiyê de hatin kirin, hat diyarkirin ku divê piştîgirî bê dayîna Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku HDP’ê dayî destpêkirin, dîsa hate destnîşankirin ku divê gelên li Ewropayê dijîn piştgiriyê bi HDP’ê re xurt bikin.

Di axaftinên bal hate kişnadina ser rewşa dawî ya bi faşîzma AKP-MHP’ê ya dawî ya welat de ev tişt hate gotin: “Gel, enceq bi berxwedana ku bilind bikin welat ji refîma faşîst rizgar bikin.”

Disa di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê qebûl nakin, diyar kirin ku bi xebatekî pir xurt a li Ewropayê wê polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk kifş bikin.

Piştî axaftinên hatin kirin li derdorî konê hatî danîn, belavokên ku balê dikişînin ser rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê hatin belavkirin.