HDK: Polîtîkaya windakirinê didome
HDK'ê diyar kir, ku dewleta Tirk polîtîkaya windakirinê didomîne û ragihand, "Tabloya piştî salên 1990'î encameke rasterast a polîtîkaya Tirkiyê ya li ser pirsa Kurdan bû û bû xwedî rengekî sîstematîk."
HDK'ê diyar kir, ku dewleta Tirk polîtîkaya windakirinê didomîne û ragihand, "Tabloya piştî salên 1990'î encameke rasterast a polîtîkaya Tirkiyê ya li ser pirsa Kurdan bû û bû xwedî rengekî sîstematîk."
Komîsyona Dadmendiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo Hefteya Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Windakirinê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Beriya Komarê 1915'an 139 rewşenbîrên Ermen dema destgîrkirinê hatine windakirinê, piştî Komarê jî windakirin li rojava (Tirkiyê) bi Mustafa Suphî û Sabahattîn Alî re, dom kir, berê xwe da rewşenbîran, sosyalîst li Kurdistanê bi Raperîna Şêx Seîd, Koçgirî, Sason, Zîlan, Agirî û Dersimê ji hêla hêzên dewletê ve bi rengekî komî dom kir. Derbarê van serdeman gelek gorên bêhejmar hatin dîtin, îro hê jî dewlet vedişêre bê ka Şêx Seîd û Seyîd Riza li kû derê hatin veşartin.''
'ENCAMEKE RASTERAST A POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YA LI DIJÎ KURDAN BÛ'
Di daxuyaniyê de hate gotin di dema destgîrkirinê de windakirin bi 1990'î û piştî wê re pir zêdetir bûne û hate gotin, "Tabloya piştî 1990'î encama polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan bû û kete rewşeke sîstematîk. Salên 1994'an bû sala ku windakirina dema destgîkirinê pir zêde bûbû, sala 1994'an 328 serlêdan li ÎHD'ê hatibû kirin.''
Têkoşîna Dayikên Şemiyê jî di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hate gotin dayikan dev jê neqeriyan û tim pirs kirin bê ka kesên ku hatine windakirin çi bi wan hatiye.
HDK'ê her wiha bi bîr xist piştî 15'ê Tîrmehê dîsa hejmara windakirinê zêde bûye û çalakiyên Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê de îstatîstîk jî hatin parvekirin, hate gotin li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) li Tirkiyê di navbeyna 1990-2011'an de 2 hezar û 872 bi rengekî 'kiryar nediyarî' hatine kuştin. Hijmara Komeleya Mafê Mirovan jî hijmarê bi rengê 940'î dide. Her wiha komele texmîn dike ku di 253 gorên komî de dibe ku ji 4 hezaran zêdetir kes hebin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin ji bo aştiya civakî û dadmeniyê 'Komîsyona Heqîqetê Hevrûbûnê' were avakirin û ji daxwazên malbatan re bersivek were dayin.