HDK: Polîtîkaya AKP’ê ya gelan berdide hev wê di berde bimîne
HDK: Polîtîkaya AKP’ê ya gelan berdide hev wê di berde bimîne
HDK: Polîtîkaya AKP’ê ya gelan berdide hev wê di berde bimîne
Desteya Rêveber a HDK’ê, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku pêwîst e hêzên demokrasiyê bêyî dem winda bikin, beşdarî xebatên Koordînasyona Piştevaniya ji Şengal heta Gazze re bibin û banga berxwedana hevpar kir.
Desteya Rêveber a HDK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku çeteyên DAIŞ bi 15’ê Îlonê re cara sêyemîn e berê xwe daye Kobanê.
HDK’ê destnîşan kir ku Kobanê rastî êrîşeke dijwar a çeteyan tê û got, “Şervanên YPG’ê tevî serweriya leşkerî û teknîkî ya çeteyên DAIŞ jî bi lehengî li ber xwe dide.
Sedema ku DAIŞ careke din berê xwe da Kobanê, yek ji parçeyê stratejîk ê fetisandina Şoreşa Rojava û xistina Kobanê ye.
Û em dizanin ku rêveber û hîsedarên vê pêngava tasfiyeyê hene. An na eger piştgirî û arastekirina hêzên emperyalîst nebûya, ma mimkun bû çeteyeke komkujiyê ya besît evqasî bilez belav bûba û bihêz bûba?”
Desteya Rêveber a HDK’ê got, “Hikûmeta AKP’ê, serbestberdana 49 wezîfedarên konsolosxaneyê wek serketineke polîtîkaya derve dibîne” û diyar kir ku pêwîst e hikûmet wezîfedarên konsolosxaneyê çawa hatine berdan û li beramberî çi peymanan hatine berdan aşkera bike.
Desteya Rêveber a HDK’ê destnîşan kir ku pêwîst e hikûmeta AKP’ê aşkera bike, di encama çend trên desteka lojîstîk û cebilxaneyan de rehîne hatine berdan û got, “Pêwîst e gelên me zanibin ka serbestberdana rehîneyan, encameke piştgiriya ji DAIŞ re ye yan na û çeteyên DAIŞ ku dan xuyakirin bi AKP’ê re muzakere kirine îspata hevkariya aşkera ya di navbeta AKP’ê û qatilên DAIŞ de ye.
Hikûmeta AKP ya sînor li ber derbasbûna DAIŞ'ê vedike, bi trenan çek û cebilxaneyan dibe û ji milîtanên DAIŞ'ê re xizmeta tenduristî û tedawiyê li Tirkiyeyê dide, plana avakirina herêma tampon xistiye rojeva xwe. Ev plan jî parçeyek ji plana dagirkirina Rojava ye. Eger hikûmeta AKP'ê plana avakirina herêma tampon bixe meriyetê, ev yek wê were wateya belavkirina şer li Bakurê Kurdistanê, dawîanîna li agirbest û pêvajoya muzakereyê û meşandina amadekariya şerekî berfireh. Gefek yekser li pêvajoya çareseriyê tê xwarin e."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP'ê ya polîtîkaya berdana hev a gelan dimeşîne, dixwaze Şengalên nû derxe holê û hat destnîşankirin ku bi berxwedan û piştevaniya gelan re ev daxwaza AKP'ê wê di ber de bimîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîst e hêzên demokratîk ên navneteweyî, li djî van polîtîkayên qirkirinê yên Rojhilata Navîn vediguherîne gola xwînê, gotinên xwe yên 'protestokirinê' derbasî pratîkê bikin û dengê aştî û gelan bilindtir bikin" û hat destnîşankirin ku piştevaniya gelê Kobanê, sekna bi rûmet a li dijî hovîtiya li hemberî mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xwedîderketina li Şoreşa Rojava, xwedîderketina li Tevgera Azadiyê ya Kurd û berxwedana rûmeta gelan e û hat gotin, "Em weke Kongreya Demokratîk a Gelan, polîtîkayên dagirker û qetlîemkar ên hêzên herêmê û dewletên emperyalîst, van êrîşên hovane yê li tevahiya cografya Kurdistanê bi rêk û pêk tên meşandin, protesto dikin.
Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî hovîtiya li Şengal, li Kobanê seferber bibin, bang li gelên xwe yên Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Çerkez, Pomak, Ermenî û Rûm dikin, ku ji bo biratiya gelên li Kobanê û azadiya gelên Rojhilata Navîn têkoşînê xurtir bikin. Ji ber ku ev êrîş ne tenê li hemberî Kobanê, li dijî azadî û rûmeta me hemûyan, li hemberî pêşeroja hevpar û yekgirtî ya gelên Rojhilata Navîn e. Divê were zanîn ku Rojava êdî ne li welatekî cuda ye. Sînor ji holê rabûn û berxwedan hevpar bû."
HDK'ê careke din diyar kir ku ew li pişt şoreşa Rojava ne û piştevaniya xwe ya bi gelê Kobanê re ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di her kêliyê de em ê bi hemû hêza xwe destekê bidin berxwedanê, dengê aştiyê bilind bikin. Weke HDK em careke din radigihînin ku gelên li Rojava, Kobanê, Şengal, Nînova û Gazzeyê, di serî de jin û zarok bi tenê nînin" û destnîşan kir ku divê desthilatdariya AKP'ê tavilê dest ji alîkariya lojîstîk û leşkerî ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê berde.
HDK'ê ev bang li tevahiya hêzên demokrasiyê kir: "Em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê dikin ku hema niha, bêyî dereng bimînin, tevlî xebatên Koordînasyona ji Şengalê heta Gazzeyê Piştevaniyê bibin."