HDK: Li dijî komkujiyên nû em li ber xwe bidin
HDK'ê têkilî Komkujiya Meraşê got hişmendiya komkuj didome û domand, ''Li dijî zordaran em bi hev re li ber xwe bidin.''
HDK'ê têkilî Komkujiya Meraşê got hişmendiya komkuj didome û domand, ''Li dijî zordaran em bi hev re li ber xwe bidin.''
Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo salvegera Komkujiya Meraşê daxuyaniyeke niviskî da.
PÊVAJOYA KOMKUJIYÊ
Di daxuyaniyê de têkilî pêvajoya komkujiyê hate gotin, ''Piştî êrîşa Kirikhanê ya 1971'ê li Meletî û 1976'an bi êrîşa ser Pazarcixê atmosfera li herêmê serûbinî hev bû. Piştî kuştina Gijik Dede (Sabrî Ozkan) ku Elewiyan qedrekî mezin didanê, bi nameya bombeyî ya ku ji serokê navçeya Pazarcixê re hatî şandin, li herêmê tevlîhevî zêdetir bû. Bi 'organîzasyonekeke' ku mîna berdewama vê pêvajoyê dikare were dîtin, 19'ê Kanûna 1978'an bi bombeya ku avêtin Sînameya Çîçekê, ji komkujiya Meraşê re zemîn hate çêkirin. Roja dîtir qehwexaneyeke ku Kurd û Elewî diçûnê hate bombekirin. 21'ê Kanûnê jî du mamosteyên şoreşger, dema ku ji dibistanê ber bi malê ve diçûn, ji pişt ve li wan reşandin û hatin kuştin. Roja dî, di merasîma cenazeya mamosteyên şoreşger de komkujî bi girseyî hate destpêkirin.''
Di daxuyaniyê de hate gotin tişten ku hatine jiyîn pêvajoyeke ji plansaziya Darbeya Leşkerî ya 1980'yî ye.
'EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN'
Bi berdewamî hate gotin xala hevpar a komkujiya Koçgirî, Dersim, Meraş, Meletî, Çorûmê guherandina demografîk e. HDK'ê got, ''Demên dijwar cîranên we li gel we diminînin ne desthilat. Li dijî zordaran bi cîranên xwe re li ber xwe bidin. Ev ji beriya her tiştî kerdeke di stûyê me de. Hîsa wefadariyê mirov li ser piyan dihêle.''