HDK: Ji bo bêdengkirina Suryaniyan keşe girtin

HDK’ê nerazîbûn nîşanî girtina Keşeyê Suryanî Sefer Bîleçen ê girtin da û got: “Dixwazin Suryaniyan bêdeng bikin, herêmê ji mirovan vala bikin.”

Meclîsa Bawerî û Gelan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) li ser girtina Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer Bîleçen (Keşe Aho) ê li gel 10 kesên li navçeya Nisêbîn hate destgîrkirin û girtin daxuyaniyek da.

HDK’ê ev got: “Darezandina Keşe Aho ya darezandinê diyare ku ji mêj ve ye li ber destê darazê bû. Ev oparasyon ji bo tirsandin û helandina kesên Suryanî yên dixwazin vegerin ser axa xwe dîsa dixwazin li warê xwe bijîn e.  Bila baş bê zanîn ku ev yek polîtîkayên valakirina mirovan a ji herêmê ye.

Li Êlihê lêdana li welatiyên Êzidî yên ji bo vegerin warê xwe, neçarkirina sirgûnî derveyî welat û girtina keşeyê Suryanî, pirsgirêka hişmendiya yekparêziyê ye. Em Meclîsa Bagerî û Gelan a HDK’ê daxwaz dikin ku demildest Keşe Aho bê berdan. Yekbûna gelan sira aştiyê ye.