HDK-Hollanda kongreya xwe ya avakar pêk anî

HDK Hollanda li paytext Amsterdamê kongreya xwe ya avakar pêk anîn. Di axaftinan de hate diyarkirin, çewisandî bi yekbûnê û berxwedanê wê bikaribin AKP’ê hilweşînin.

HDK Hollanda li paytexta Amsterdamê kongreya xwe ya 1. ragihand. Kongreya li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk pêk hat. Li kongrê nêzî 200 delegeyên Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn, meclîs û hevberdevkên ku ji 15 kesan pêk tên hatin hilbijartin.
Li kongreyê di serî de KCDK-E, CDK-Hollanda, HÎTB, DÎDF, ATILIM gelek komên Elewî, şoreşger, demokrat û pêşverû amade bûn. Wekîlên HDP’ê Ertugrul Kurkçu û wekîlê berê Ozdal Uçer jî li kongreyê amade bû.

KURKÇU: YEKBÛN Û BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE

Kurkçu diyar kir, pêdiviya hemû çewisandiyan bi avakirineke nû ya hevkariyê heye û got, AKP bi berxwdan, nakokiyên navxweyî û bi zextên navnetewî dikare were têk birin. Kurkçu got, ‘’dibe ku şertên me ne weke hev bin lê berxwedêr bi yekbûnê dikarin bi ser bikevin’’

Diyar kir ku HDK bi mebesta ku rastiyeke polîtîk ji bo têkoşîna civakî, çandî, ekonomîk diyar bike, ava bûye û bal kişande ser giringiya perspektîfên îdeolojîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê. Kurkçû herî dawî got, ‘’bername û têkoşîna me di qada navnetewî de divê ji bo hemû gelan bibe modêl.’’

UÇER: CIWAN DIVÊ RAYA GIŞTÎ RAKIN SER PIYAN

Uçer diyar kir, ciwanên ku li Ewropa dijîn, ji bo ku ji rastiya xwe dûr nekevin divê di nav hewldanan de bin û got: ‘’Ciwanên me divê di qada navnetewî de raya giştî ava bikin. Derî bi derî divê bigerin û bikevine lêgerîna heq, hiqûq û dadmendiyê. Divê saziyên mafê mirovan ên navnetewî rakin ser piyan. Heke em bikaribin zarokên xwe bibihistyariya li ser welêt bigihînin wê demê me yê gelek tişt bi ser xistibin. Divê em zarokên xwe ji wan rêyan dûr bixin ku dixwazin bi rêyên hêsan bibin xwedî pere. Heke em ciwanên girêdayî nirxên civakî, bihistyar bigihînin wê demê li dîasporayê em ê gihiştibin armancên xwe.’’

Uçer bi berdewamî, ‘’Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tim ev gotiye; li Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê azadî bi ser bikeve. Em ê bi hev re ji bo azadiyê têbikoşin û azadî wê bi ser bikeve. Ti kesek ji me bi serê xwe nikare bi ser bikeve lê bi hev re di demeke nêz de em dikarin bi ser bikevin. Serketin wê ya zordaran lê ya çewisandiyan û mêtingerbûyiyan be. Serketin wê ne ya Erdogan û nokerên wî be.’’
Li kongreyên meclîsek hate avakirin ku ji 48 kesan pêk tê. Ji bo hevseroktiyê Agît Helebest û Şafak Arabacî hatin hilbijartin.

Kongre bi stranên Ozah Ulaş û Ozan Bager bi dawî bû.