HDK/HDP: Divê ev firsenda dîrokî were bikaranîn

HDK/HDP: Divê ev firsenda dîrokî were bikaranîn

Serokê Giştî yên ESP, SDP û SYKP'ê dan xuyakirin ku divê hêzên demokratîk ên şoreşger li pêşberî rûdanên ji ber lêpirsîna nelirêtiyê nebin temaşekar.

Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fîgen Yuksekdag, Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî ya Sosyalîst (SDP) Ridvan Tûran û Hevserokê Partiya Sosyalîst a Jinûve Rizgariyê (SYKP) Tûncay Yilmaz, encamên heyî yên ji lêpirsîna nelirêtiyê derketin holê ji ANF'ê re nirxandin.

'NE TEMAŞEKAR, DIVÊ EM MUDAXÎL BIBIN'

Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag da xuyakirin ku koalîsyona AKP'ê tifaqa têkiliyên herî qirêj û karên herî qirêj a dîroka siyasî ya Tirkiyê ye û got, "Nuqteya hevpar a vê koalîsyonê; pere, sermiyan, rant û berjewendî ye. Lê belê vê koalîsyona xwe bi nirxên muxafazakarî, muqedesatparêziyê re, mîna koalîsyoneke îdeolojîk û exlaqî pêşkêş dikin."

Yuksekdag ragihand ku nelirêtî û tifaqa 11 salan hatiye veşartin teqiyaye û got, "Bi qirêjî, bi tenê aliyê tê dîtin e. Divê rewşa ji niha û pê ve baş were şopandin. Dê beşek ji wan veşêrin yan jî bi hevsengiyekê re agirbesteke demî îlan bikin. Ji ber ku hikûmet û cemaeta Gulen a koalîsyona AKP'ê pêk tînin, dê nexwazin guliyê li binê lingê xwe bibirin."

Yuksekdag diyar kir ku hikûmetê ji gelek aliyan ve rewabûna xwe winda kiriye û got, "Nuqteya ku hikûmet hatiyê, destpêka qedandinê ye."

Yuksekdag da zanîn ku pirsgirêkên azadiya polîtîk ancax bi desthilatdariyeke demokratîk û şoreşger dikare çareser bibe û got, "Serhildanên gelê Kurd û raperîna Gezî, bingeha têkoşînê ya civakî da rûniştandin. Pêvajoya salekê, pêvajoya berçavbûna ezmûnan e. Ev ezmûn dê me bibe desthilatdariya demokratîk a şoreşger. Divê em berê xwe bidin vê rastiyê."

Seroka Giştî ya ESP'ê axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêya çalakiyên girseyî û demokratîk ên li kolanan, weke Kongreya Demokratîk a Gelan û Partiya Demokratîk a Gelan, dikare me ber bi desthilatdariya demokratîk û soreşger bibe. Divê em nebin temaşekar, pêwîste em bibin mudaxîl. Di nava vê pevçûnê de em xwedî firsendeke dîrokî ye ku hevkêşeyê xera bikin. Bi dîtina min em xwedî wê hêzê ne ku vê hevkêşeyê xera bikin."

'EM NIKARIN DANIŞIN Û TEMAŞE BIKIN'

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî ya Sosyalîst (SDP) Ridvan Tûran jî diyar kir ku bi salane ew hewl didin nelirêtiyên hikûmetê ji civakê re vebêjin û destnîşan kir ku sîstema bertîl û nelirêtiyê cara yekemîn e ewçend berçav derketiye holê.

Tûran diyar kir ku ew di pêvajoyeke mûxalefeta gel a demokratîk were bilindkirin re derbas dibin û got, "Li pêşberî desthilatdariyeke ewçend parçe bûye, em nikarin weke temaşekar bimînin. Divê tavilê weke HDP, HDP û hemû hêzên demokrasiyê, em dest li pêvajoyê werbidin."

Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Tûran got, "Eger li vî welatî, partiyeke çînî ya şoreşger a rastî hebûya, dê ev dem biba dema şoreşê. Desthilatdarî bi rê û rêbazên berê nikare desthilatdariya xwe dewam bike. Ev şert û merc, ji şert û mercên dema Gezî wêdetir derfetên siyasî pêşkêş dike. Ya ku herî zêde ji bikaranîna vî derfetî re guncaw e HDP ye."

Hevserokê Partiya Sosyalîst a Jinûve Rizgariyê (SYKP) Tûncay Yilmaz jî da zanîn ku ev nelirêtî ne nelirêtiyeke ku ser wê were nixumandin û destnîşan kir ku divê hemû hêzên demokratîk û şoreşger bi hesasiyet bi ser vê de biçin.

Yilmaz got, "Mezinahiya pevçûna derketiye holê, wezîfeya mezinkirina HDK/HDP'ê datîne ser milê me."

Yilmaz ragihand ku weke hêzên HDK'ê divê ji bo dagirtina vê valahiya polîtîk bangek were kirin û got, "Divê em vê bangê li hemû hêzên demokratîk û şoreşger bikin."