HDK-Fransa ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kir

HDK-Fransayê, ji bo 'Meşa Dirêj' a li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan li Fransayê (HDK-Fransa) li ser Meşa Dirêj a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hikûmeta AKP'ê di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hewl dide daxwazên ji bo azadî û demokrasiyê ceza bike û hat gotin, "AKP, welêt û herêmê ji bo serdemeke xetere amade dike. Û dibe sedem ku hêviyên çareseriyê biçikin."

HDK-Fransayê da xuyakirin, di demekê de ku kêm ma bû hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ên ji bo çareseriyê bi ser bikevin, AKP'ê û Tayyîp Erdogan ji dora maseya çareseriyê rabûn û bi vî rengî welat xistin nava kaoseke kûr.

HDK-Fransayê destnîşan kir, ku azadiya Ocalan û ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê bi tevgera Kurd a bi nûnertiya wî re, mifteya çareseriyê ye û bang li Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên amerîka û hemû sazî û kesên dikarin tevkariyê li çareseriyê bikin kir, ku di vî warî de bikevin nava hewldanan.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meşa dirêj a 1'ê Sibatê roja Çarşemê saet di 10:00 de li ber avahiya Şaredariya Villeneuve St Georges dest pê bike, banga tevlîbûnê li her kesên xwedî wijdan hat kirin.