Lijneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) peyama sala nû weşand û daxwaza saleke azad û aştiyane kir.
HDK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku, gelên cîhanê û kedarên cîhanê saleke zehmet a di warê qezenckirinê de li pey xwe de hiştine û da zanîn ku, sala 2012’an di warê têkoşîn û berxwedanê de ya li dijî mêtîngeran gelek girînge.
HDK’ê di peyama xwe de wiha got: “Her ku zext, çekarî û mêtîngerî zêde dibe fatureya krîzî li kedkar û gel tê birîn û li dijî vê jî berxwedan kedkar, karker, ciwan, jin û bindestan dê bidome. Tirkiyeya ku di warê Bawerî, Çand û Gelan de gelek dewlemende têkoşîn her diçe bilindtir dibe û hêz û piştgirî heye.”
HDK’ê destnîşan kir ku, li hemberî desthilatdariya AKP’ê hêrs dikeve ser hev û ev jî vedigere teqînan û di bin agahiya hikûmeta AKP’ê de komkujiya Roboskiyê pêk hat û lêgerîna edeletê ya ji bo Robokiyê jî bi hêztir bûye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di sala 2013’an AKP’ê dê nekaribe li hemberî pirsgirêka Kurd bê deng bimînin. HDK di sala 2013’an de dê ji bo azadiya hemû gelan, daxwaza hemû gelan û ji bo ku têkoşîna ked û demokrasiyê bilind bibe dê hewl bide. Di 2012’an de têkoşîna kedkar û karkeran qet bê deng nema. Karkerên Şîşe Camê berxwedaneke mezin nîşan dan.
Lijneya Rêveberiya HDK’ê wiha got: “Berxwedana xwendekarên ODTU, têkoşîna rewşenbîr û hunermendan, têkoşîna jinan, dê di sala 2013’an de jî wiha bidome. Têkoşîna berfireh ya welatiya wekhev û têkoşîna li hemberî zext û zordariya AKP’ê dê bilind bibe. Em bang li hemû gelan dikin ku, bila di 2013’an de gel destên xwe bidin hev û li her qadê têkoşîna azadiyê, aştiyê û demokrasiyê bê bidin. Bi vê boneyê em sersala hemû gelan pîroz dikin.”