HDK-E: Ji terora Bultena Sor re êdî bes e

Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-E) bi navê ‘ji terora Bultena Sor re êdî bes e’ daxuyaniyeke nivîskî da.

HDK-E’yê diyar kir ku AKP dixwaze polîtîkayên xwe yên zext û êşkenceyê  bibe Ewropayê jî û got, "AKP niha jî li ser lêgerîna înterpolê zextê li ser şoreşger, sosyalîst, rewşenbîr û nûçegihanên Kurdistanî û Tirkiyeyî dike ku ji ber sedemên polîtîk neçar mane ku koçî Ewropayê bikin." HDK-E’yê bang kir ku ‘nebin hevkarê sûc’.

Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-E) bi navê ‘Ji terora Bultena Sor re êdî bes e’ daxuyaniyek da.

'AKP BI ÎNTERPOLÊ ZEXTÊ LI SER ŞOREŞGERAN DIKE'

Di daxuyaniyê de amaje pê hate kirin ku AKP Înterpol ji xwe re kiriye amûra polîtîkayên xwe yên zext û zordariyê û hate gotin: "AKP niha jî li ser lêgerîna înterpolê zextê li ser şoreşger, sosyalîst, rewşenbîr û nûçegihanên Kurdistanî û Tirkiyeyî dike ku ji ber sedemên polîtîk neçar mane ku koçî Ewropayê bikin. Êrîşa Tirikiyê ya bi daxwaza gritinê, mînaka dawî di şexsê welatiyê Swêd li Spanyayê Hamza Yalçin û welatiyê Elman nivîskar Dogan Akhanli de pêk hatiye. Akhanli ku ji hêla hêzên ewlehiyê yên Spanyayê ve bin hinceta ku ji hêla înterpolê ve lê tê gerîn hatibû girtin, Akhanli hate berdan lê Yalçin hê jî girtî ye."

'NEBIN HEVKARÊ SÛC'

HDK-E’yê got divê Înterpol daxwaza girtin û radestkirinê ya Tirkiyê ku dîktatoriya yek zilamî lê serdest e qebûl neke û got, "Tirkiye ku zext û zordariyê, êşkence û êrîşên girtinê gefê li jiyana mirov dixwe, bi rêya Înterpolê êrîşa girtinê tê maneya ku dibe hevkarê sûc. Li Spanyayê ku êrîşên DAIŞ’ê hê nû çêbûne, rayedarên dewletê divê qet jibîr nekin ku AKP hevkarê van çeteyên qirker e. Ji bo vê jî divê Hamza Yalçin demildest serbest were berdan."