HDK’ê ji bo Hûrşît Kulter çalakiya bêdeng a rûniştinê li dar xist
HDK’e ji bo aqûbeta Rêveberê DBP’a Şirnexê Hûrşît Kulter ê 22 roj in agahî jê nayê girtin bê eşkerekirin, li Qada Galatasarayê çalakiya bêdeng a rûniştinê li dar xist.
HDK’e ji bo aqûbeta Rêveberê DBP’a Şirnexê Hûrşît Kulter ê 22 roj in agahî jê nayê girtin bê eşkerekirin, li Qada Galatasarayê çalakiya bêdeng a rûniştinê li dar xist.
Binçavkirina Kulter bi beyanên şahidan jî li holê ye, lê ji ber hê jî dewleta Tirk înkar dike HDK’iyan nerazîbûn nîşan da, xwestin ku Kulter demildest bê berdan.
HDK’ê ji bo aqûbeta Rêveberê DBP’a Şirnexê Hûrşît Kulter ê 27’ê Gulanê ji aliyê tîmên taybet hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin bê eşkerekirin, li Qada Galatasarayê çalakiya bêdeng a rûniştinê li dar xist. Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat de pankart û dowîzên “Hûrşît Kulter li kû ye?” hatin rakirin. Piştî çalakiya rûniştînê ya nîv saetê, li ser navê HDK’ê Benazîr Coşkûn daxuyanî xwend.
Coşkûn, bi bîr xist ku piştî peyama Hûrşît Kulter a ji bo malbata xwe gotibû “heqê xwe helal bikin”, 27’ê Gulanê li ser hesabê twitterê yê tîmê taybet “BOF” hate eşkerekirin ku ji aliyê tîmên taybet hatiye binçavkirin, diyar kir ku tevî hemû daneyan jî Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê û Walîtiya Şirnexê ev rastiya înkar kirine.
Coşkûn ragihand ku herî dawî Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez ji bo aqûbeta Kulter pêşnûmepirs dane Meclîsê, her wiha têkîldarî mijarê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye dayîn. Coşkûn bal kişand ku 22 roj in ji Kulter agahî nayê girtin.
‘EM DI PÊVAJOYEK TARÎ RE DERBAS DIBIN!’
Coşkûn destnîşan kir ku windakirina Hûrşît Kulter ji şerê qirêj ê ku Qesrê li Kurdistanê daye destpêkirin ne cuda ye, anî ziman ku di pêvajoyek gelek tarî re derbas dibin. Coşkûn wiha axivî: “Bajarên Kurdistanê her roj ji ber şerê Qesrê tê hilweşnadin, bi deha mirov di bin xirbeyan de hatin şewitandin. Em di pêvajoyeke ku hiqûqa şer jî pêk nayên re derbas dibin. Piştî hate diyarkirin ku wê dorpêçê rakin, dîsa jî hêzên dewletê xwe ji qadan nekişandin, yek alavekî vê gelê kul i dijî polîtîkayên koç û bêmiroviyê di vegera welatê xwe de bi israr nehatiye hiştin, cila wan jî hatin gulebarandin. Em di pêvayoke wisa tarî re derbas dibin. Em ji pêvajoyeke ku li dîwaran nivisînên nîjadperes û cinsiyetperez tên nivîsandin, bedenê jinan bi awayekî nemerdî tê teşhîrkirin re derbas dibin. Em ji pêvajoyeke ku van Selefiyên di her firsendê de bi Misilmantiya xwe pesnên xwe didin, bi ser konên fitarê de digirin, dest datînin xwarina fitarê re derbas dibin.”
JI BO DAYIKEK DIN FERYADA DAYIKA BERFO NEKE..
Coşkûn bal kişand ku tevî 22 roj in serî li her meqamî dane jî, ev hewldanan windakirina Hûrşît Kulter merheleyek tarî ya nû ye û herî dawî ev gotin: “Em wek HDK careke din dipirsin. Hûrşît Kulter ê ku hûn hewl didin winda bikin, li kû ye? Û em careke din bang dikin, Hûrşît Kulter serbest berdin. Ji bo feryada dayika Berfo ya ku bi dehan salan, heta hilma xwe ya dawî li hestiyê kurê xwe geriya di dayikek din nede der, heta Hûrşît Kulter serbest bê berdan, em ê her tim bipirsin, ‘li kû ye?’. Em ê heta dawiyê li dijî şer, têkoşîna jiyanek bi rûmet û aştiyê bimeşînin.”