HDK-DK hate damezrandin

Kongreya Demokratîk a Gelan li Danîmarkayê (HDK-DK) piştî amadekariyeke berfireh hate damezrandin.

Ji bo damezrandina HDK-DK, demeke dirêj rêze civîn û hevdîtin bi gelek derdorên demokratîk re dihatin kirin. Piştî vê amadekariyê, duh li bajarê Odense yê Danîmarkayê, kongre hate lidarxistin û avabûna HDK-DK hate ragihandin.

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û ji partiya Enhedlîsten a Danîmarkayê Rene Lûnd weke qiseker beşdarî kongreyê bûn. Hunermend Ferhat Tûnç, Ezman, Koma Tore û Memo Gelo jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di kongreyê de endamên koordînasyona nû ya HDK-DK û delegeyên li ser navê Danîkarmayê beşdarî nava HDK-Ewropa bibin, hatin hilbijartin. Kongre bi beşdariya 500 kesî pêk hat û di encamê de Nûray Kan û Cemal Ozsaygi weke hevberdevkên HDK-DK hatin hilbijartin.

Amadekariyên ji bo kongreya HDK-DK ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Partiya Rizgariyê ya Jinûve ya Sosyalîstan (SYKP), Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Odense (OPSAK), Yekîtiya Elewiyan a Şoreşger (DAB) û gelek kesayetan ve hatin meşandin.