HBDH: Têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê wezîfeyeke dîrokî ye

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di şexsê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de "Şehîdên meha Gulanê" bi bîr anî.

HBDH'ê bi wesîleya 18'ê Gulanê roja şehadeta her du pêşengan daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû şehîdên azadî û şoreşê yên di meha Gulanê de şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin: "18'ê Gulana 1973'an yek ji pêşengên pêngava şoreşgerî ya 71'ê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê ji aliyê faşîzmê ve hate kuştin. 18'ê Gulana 1977'an pêşengê şoreşger-welatparêz Hakî Karker ku serhildêriya Derya Reş û vejîniya Kurdistanê gihand hev, li Dîlokê bi namerdî hate kuştin."

Di daxuyaniyê de Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Armenek Bakrciyan (Orhan Bakir), Ozan Mizgîn, Ferhat Kûtray, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner ku di meha Gulanê yên salên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê alaya wan a têkoşînê weke ala Têkoşîna Şoreşgerî ay Yekbûyî her bilind bikin.

HBDH işaret bi êrîşên topyekûn ên faşîzmê yên li dijî karker, gundî, Kurd, Elewî, jin, ciwan û hemû gelên bindest kir û wiha dewam kir: "Têkoşîna me di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe. Faşîzm bi rengê herî xeddar, durû, kujer û bê sînor li hemberî me disekine. Destketiyên demokratîk ên neteweya Kurd, greva karkeran, nivîsa nivîskaran, gotina rewşenbîran, lêgerîna li mafê xwe ya jin û ciwanan, ziman û baweriya gelan, xwedîderketina gel li cih û warê xwe, li av û xwezaya xwe weke 'terorîzmê' tên binavkirin û dibin hedefa faşîzmê. Li vê erdnîgariyê ku veguheriye 'girtîgeha gelan', Têkoşîna Yekbûyî êdî ferz e. Wezîfeya me ya dîrokî û rojane ye ku em bersivê bidin vê yekê. Ev berpirsyarî nabe bê taloqkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna me ya Şoreşger a Yekbûyî wê faşîzmê têk bibe. Gelên me wê bi ser bikeve."