HBDH’ê kargeha serokekî Partiya Saadetê şewitand

Milîsên HBDH’ê, li Îzmîrê kargeha Serokê Navçeyê yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan da ber agir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê milîsên HBDH’ê ve hatî dayîn de hate gotin, “Roja 30’ê Çileya 2021’an saet derdora 03:00’an li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê, kargeha çerezan û tesîsa kofteyan, ji aliyê milîsên me ve hatiye şewitandin û bûye xwelî. Kargeha ku çalakî li dijî wê hatî kirin a Serokê Navçeya Dîkîlî yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan e.”

HBDH’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakiyên wan ên di çarçoveya pêngava seferberî ya ‘Em ê Faşîzmê Birûxînin, Azadiyê Bi Dest Bixin’ tenê ne li dijî AKP’ê ye û got, “Ji bo bi temamî ji holê rakirina siyaset-leşker a mêtînger û desthilata mêtîngeran e. Ji ber vê çendê di serî de desthilat, yên ku li beramberî vê çêkerê xwe li dijî pêkanîna êrîşan bêdeng dike û temaşe dike, îro tenê daxwaza wan ev e ku xwe di nav desthilatdariya nû de bi cih bikin. Divê were zanîn ew ê qirêjiya dîrokê were paqijkirin.”

Herî dawî HBDH’ê diyar kir ku çalakiya wan ji bo hêzên tarî re hişyariyek e û ew berxwedêrên li girtîgehan silav dikin.