Hat ragihandin ku Fransizê li Cezayîr hat revandin hatiye kuştin

Hat ragihandin ku Fransizê li Cezayîr hat revandin hatiye kuştin

Hat ragihandin ku Fransizê ku roja Yekşemê ji Cezayîr hatibû revandin hatiye kuştin. Serokwezîrê Fransa Manuel Valls di axaftina xwe ya Meclîsê de got ku hîn agahî teyîd nekirine.

Rêxistina Jund El-Xelîfe ya yek ji baskê çeteyên DAIŞ e, Yekşema buhrî li başûrê Cezayîr welatiyê Fransiz ê bi nave Herve Gourde revandibû. Tê diyarkirin ku rêxistina Jund El Xelîfe Gourdel kuştine.

Hat destnîşankirin ku bi peyama bi dîmen a ku Jund El Xelîfe bi navê “Ji dewleta Fransiz re peyameke bi xwîn” şandiye kêliya kuştina Gourdel têde heye.

 Jund El Xelîfe di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de gotibû ku eger Fransa êrîşên hewayî yên li Iraqê ranewestîne wê Gourdel bikujin. Serokwezîrê Fransa Manuel Valls di axaftina xwe ya Meclîsê de diyar kir ku kuştina Gourdel teyît nekirine.