Rapora derbarê definkirina Hasret Daşli ya ji aliyê Serokê Lijneya Wenêrtina Şaredariya Bajarê Mezin Mustafa Yildiz ve hate definkirin, hate aşkerekirin. Di raporê de hate diyarkirin ku Hasret Daşli bi kefen hatiye definkirin.
Zaroka 15 salî Hasret Taşlı ya hefteya borî hate qetilkirin û cenazeye wê avêtin çemê Êlihê, li Goristana Yekîkoyê ya Amede hate definkirin. Piştî Daşli hate definkirin hate diyarkirin ku Daşli bêkefen hatiye definkirin. Li ser vê yekê li ser fermana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir derbarê Serokê Lijneya Venêrina Teftîşa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mustafa Yildiz de lêkolîn hate kirin.
Di lêkolînê de Yildiz diyar kir ku saet di 20.30'ê 27/12/2012'an de Midûrê goristanan cenazeyê ku di bin kontrola 2 panzer û 60 polîsan de xwestin teslîmî peşvirdarê goristanê Vedat Altan bikin. Yildiz, da zanîn ku dema cenaze hate definkirin Midûrê Polîtîkayên Jinê û Civakê Oktay Taş û Amîrê Navenda Polîsan a 10 Nisanê amade bûn û wiha got:
"Personelê me Vedat Altan û Oktay Taş pirsa vecibeyên olî pêk anîye ya na pirsîn. Oktay Taş bi telefonê li malbatê geriya. Malbatê jî diyar kir ku ji bilî nimêjê hemû vecîbeyên olî pêk anîne. Li ser vê yekê li mizgefta goristanê nimêja cenaze hate kirin. Min bi telefonê ji Taş agahî girt."
Dîsa Vedat Altan jî heman agahî piştrast kir. Oktay Taş diyar kir ku bi cenaze re parêzerê malbatê û zavê wan jî hebû. Peyvirdarê me yê cenaze defin kir Mehmet Kapan diyar kir ku wî bi xwe cenaze defin kiriye. Kapan diyar kiriye ku fermuara torbeyê cenaze vekiriye û dîtiye ku kefen lê hatiye pêçan. Kapan, da zanîn ku ji ber cenaze nepixîbû û piştî otopsiyê bi xwîn bû wan ji torbe derxnexistiye."