Harbûna Gardiyan: 3 mirî birîndarek

Harbûna Gardiyan: 3 mirî birîndarek

Memûrê parastin û înfazê yê li otobusa serwîsa gardiyanên li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê siwarbûyî, 4 hevalên xwe yên kar da ber guleyan. 3 kesên bûn hedefa guleyan mirin, yek jî giran birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, memûrê parastin û înfazê yê li serwîsa otobusan ya gardiyanên li Girtîgeha Sîncanê peywirdarin ji Etîmesgûtê siwarbûyîn, 4 hevalên xwe yên di wesayîtê de gulebaran kirin. Di êrîşê de gardiyann Alî Dûran, Çelebî Aygun û Mûstefa Alici jiyana xwe ji dest dan, hevjîna Alî Dûran yê jiyana xwe ji dest da Seda Dûran jî birîndar bû. Piştî êrîşê gelek polîs veguhestin cihê bûyerê.

Hate hînbûn ku, dema gardiyanê êrîşker xwest bireve hatiye binçavkirin.