Hannover hevkariya xwe ya bi Konyayê re diqedîne
Bajarê Hannover ê Elmanyayê, ku sala 2014'an mohra xwe danî binê protokola bajarê bira ya bi Konyayê re, ji ber polîtîkayên vê dawiyê yên rejîma Erdogan, vê hevkariya xwe diqedîne.
Bajarê Hannover ê Elmanyayê, ku sala 2014'an mohra xwe danî binê protokola bajarê bira ya bi Konyayê re, ji ber polîtîkayên vê dawiyê yên rejîma Erdogan, vê hevkariya xwe diqedîne.
Gelek bajarên mezin ên Elmanyayê, bi salane di çarçoveya projeya bajarê bira de bi gelek bajarên Tirkiyeyê re tevdigeriyan. Piştî ku rejîma Erdogan welatiyên Elman dîl girt û rayedarên hikumeta Tirk gef li Elmanyayê xwarin, heqaret lê kirin, derb li van projeyên bajarên bira jî ket.
Rêveberiyên bajarên Dortmûnd, Dûîsbûrg, Oberhaûsen û Hammê beriya niha dabûn xuyakirin, ku ew hevkariya xwe ya bi partnerên xwe yên li Tirkiyeyê re diqedînin. Şaredariyên van bajarên navborî yên li Tirkiyeyê, hemû di destê AKP'ê de ne.
Bajarê Hannover ê li Eyaleta Saksonya Jêrîn jî tevlî bajarên ku vê hevkariya xwe qedandinn bû. Serokwezîrê Eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê Spethan Weîl got, protokola bajarê bira ya bi Konyayê re, ku wan sala 2014'an mohra xwe danîn binî, êdî bê wate ye.
'HEVKARIYA BI KONYAYÊ RE ÊDÎ NE PÊKAN E'
Siyasetmedarê sosyal demokrat Weîl ragihand, êdî ne pêkan e ku bi Konyayê re hevkarî bê kirin û got, "Rewşa siyasî nîşan dide ku ev rewş wê di demeke kin de çareser nebe." Stephan Weîl anî ziman, ew bûyerên siyasî yên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û ragihand, ev bûyerên navborî bandorê li koçberên Tirk ên li eyaletê jî dikin.
Sala 2014'an, bi pêşengiya Serokwezîrê Saksonya Jêrîn Stephan Weîl, bi walîtiya Konyayê re peymanên li ser hevkariya aborî, lêkolîn û perwerdeyê hatibûn îmzekirin. Her wiha şaredarên Konya û Hannoverê mohra xwe danîbûn binpê Pêş Protokola Bajarê Bira. Lê belê tê gotin ku hevkariya navbera her du bajaran êdî ne pêkan e û peyman jî betal bûne.
HEVKARÎ ÊDÎ BI ŞAREDARIYÊN AKP'YÎ RE NAYÊ KIRIN
Rêveberiya bajarê Dortmûndê jî meha derbasbûyî rabihandibû ku têkiliyên wan ên bi Trabzonê re ku bajarê 'bira' bûn, hatiye radeya qedandinê. Daxuyaniyeke din a bi heman rengî ji rêveberiya bajarê Dûîsbûrgê hatibû ku bi Dîlokê re bajarê 'bira' ye. Her wiha rêveberiya bajarê Oberhaûsenê bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê û meclîsa bajarê Hammê jî bi Afyonkarahîsarê re hemû projeyên xwe sekinandibûn.