Halkevlerî êriş û destgîrkirin şermerzar kir

Endamên Halkevlerî li pêşiya Bîrdariya Madencî ya li Enqereyê li hev kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Çalkageran êriş û destgîrkirina li Taksîmê jî şermerzar kirin.

Li gel qedexeya derketina derve endamên Halkevlerî 1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê pîroz kirin.

Endamên Halkevlerî li Enqereyê li pêşiya Bîrdariya Madencî li hev kom bûn û pankartên bi nivîsa "Bijî 1'ê Gulanê", "Yekane rê Şoreş û Sosyalîzm e", "Em ê qurbaniyan nedin kapîtalîzm û qesrê" hildan.

Endamên Halkevlerî destgîrkirina rêveberên DÎSK'ê li Stenbolê û astengkirina bîranînê şermezar kirin. Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş daxuyanî da û diyar kir ku tevdîrên ji ber şewbê hatine girtin ne ji bo gel e û got, "Ev desthilatdarî dijminê kedê ye, dijminê maf e. Yê ku kedê û meydana talan dikin hûn in. Qada Taksîmê qada 1'ê Gulanê ye. Bijî Taksîm, bijî 1'ê Gulanê. Yên destgîrkirî tavilê berdin. Em li her deverê ne."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Her der Taksîm e, her der berxwedan e", "Bijî 1'ê Gulanê" bi dawî bû.