Hague: Dibe ku Sûriyê parçe bibe

Hague: Dibe ku Sûriyê parçe bibe

Wezîrê Kar û Barê Derve yê Birîtanya William Hague diyar kir ku ger heta sala 2014'an krîza li Sûriyeyê çareser nebe, dibe ku rejîma Sûriyeyê ji hev belav bibe û parçe bibe.

Wezîrê Kar û Barê Derve yê Birîtanya yê Wîllîam Haque balkişand ser rewşa şerê Sûriyeyê û wiha got: "Krîza Sûriyeyê ji Adara 2011'an vir ve berdewam dike heta niha herdû aliyên rikber, Sûriyeyê û Mûxalefet li hev nakin. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin di vê cara yekemîn di 22'ê kanûna 2013'an de her du ali di Kongreya Cenevre 2 de li hev bicivin." Hague diyar kir ku ger heta sala 2014'an krîza li Sûriyeyê çareser nebe dibe ku rejîma Sûriyeyê ji hev belav bibi û parçe be û wiha got: "Ger ev dijberî berdewam bike, dibe ku Sûriye ji hev belav be û parçe bibe û welatên derveyî kontrola her dewletekî li Rojhilata Navîn bê damezirandin."
Hague di Kongreya Navneteweyî ya Ewlakariya Herêmî de li paytexta Behreynê Mename axivî. Hague balkişand ser ewlehiya herêmê û Ewropayê û wiha got: "Ger ev dijberî ji bin kontrolê derbikeve di serî de cîranên Sûriyeyê gelek alî û Ewropa wê bikeve bin metirsiya terorê. berdewamiya vê dijberiyê dê bibe sedema krîzeke mirovahî ku êdî wê neyê kontrolkirin."
Hague bang li desilatdariya Suriyê û mûxalefetê kir ku tevlî Kongreya Cenevre 2 bibin.