Habîb: Li dijî dagirkeriyê em projeya çareseriya demokratîk xurt bikin
Ji endamên Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Habîb, diyar kir ku Tirkiye naxwaze bi Cerablûsê re sînordar bimîne, hedef dike ku di Sûriyeyê de berbelav bibe,
Ji endamên Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Habîb, diyar kir ku Tirkiye naxwaze bi Cerablûsê re sînordar bimîne, hedef dike ku di Sûriyeyê de berbelav bibe,
Habîb got; “Eger Tirkiye dagirkeriya xwe li Sûriyeyê berbelav bike wê demê şerê navxweyî wê mezintir bibe û ev wê Sûriyeyê parçe bike.”
Habîb ev bang li gelê Ereb ê Sûriyeyê kir; “Îro em wek gelên Sûriyeyê, di pêşengiya Kurdan de xwe projeyek çareseriya demokratîk in. Pêwîst e em xwedî li vê projeyê derkevin, wê xurt bikin.”
Ji endamên Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hîkmet Habîb dagirkeriya Tirkiyeyê ya Cerablûsê û eger dewleta Tirk bixwaze li Sûriyeyê bi pêş ve biçe wê çi biqewime nirxand.
‘DAÎŞ ÎRO BI NAVÊ ARTÊŞA AZAD A SÛRIYEYÊ LI CERABLÛSÊ YE’
Habîb bal kişand ku dewleta Tirk her tim êrîşî QSD’ê û hêzên alîkarê wê kirine, got; “Tirkiye digot belkî bi saya DAÎŞ’ê karibe xwe li ser lingan bigire. Lê piştî DAÎŞ jî şikest, bi hêrsekê ket Cerablûsê.”
Habîb got armanca Tirkiyeyê ya ketina Cerablûsê ne têkoşîna bi DAÎŞ’ê re ye, wiha pê de çû: “Beşek ji endamên DAÎŞ’ê derbasî bajarê Raî bûn. Li wir rihên xwe jêkirin û dîsa vegeriyan Cerablûsê. Vê carê jî xwe wek Artêşa Azad nîşan didin. Ango, yên li Cerablûsê li gel dewleta Tirk tevdigerin di esas de çeteyên DAÎŞ’ê ne.”
‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DAGIRKERÎ QEBÛL KIRIN’
Habîb bi bî xist ku Tirkiye beriya bikeve Cerablûsê çûye cem gelek welatan û di encama van hevdîtinan de nêzî rejîma Sûriyeyê, Rûsya û Îranê bûye, wiha domand, “Mabeyna MÎT’ê û îstîxbarata rejîma Sûriyeyê de hevdîtin pêk hatin. Dema Tirkiye ket Cerablûsê, di rojên destpêkê de bêdengiyek pir cîdî hebû.”
Habîb der bir ku ji ber dirêjkirina şerê li Sûriyeyê û ji Tirkiyeyê sûdê werdigire, Amerîka dagirkirina Cerablûsê pejirand û wiha anî ziman; “Lê di van rojên dawî de sedema van bertek û bangên ku li Tirkiyeyê dike, ji ber gelên Sûriyeyê dagirkeriya Tirk qebûl nakin. Gelên Sûriyeyê naxwazin dewleta Tirk Cerablûsê dagir bike û êdî azadiyê dixwazin.”
‘SÛRIYEYÊ MÎNA SEHAYA FITBOLÊ DIBÎNIN!’
Habîb wiha dewamî da nirxandinên xwe;
“Îro tevahî hêzên ji derveyî Sûriyeyê, mîna sehaya fitbolê li Sûriyeyê dinêrin. Her kes tîmekî ji xwe re çêdike û dest bi şer dike. DAÎŞ jî yek ji tîmên dewleta Tirk bû. Lê, têk çû.
‘TIRKIYE DIXWAZE KURDAN BI HEV VE BIDE ŞIKANDIN’
Dewleta Tirk dixwaze Kurdên li Sûriyeyê bi hev ve bide şikandin. Roja Mesût Barzanî çû Tirkiyeyê, John Bîden jî li wir bû. Fikara min ew e ku dibe projeyek wan a birakujiyê hebe. Ez wek endamekî gelê Ereb ê li Sûriyeyê dijî, ji vê rewşê bi fikar im. Ji ber ku em wek gelên Sûriyeyê hewl didin bi pêşengiya Kurdan yekane projeya ku dikare çareseriya demokratîk ji vê krîza li Sûriyeyê pêk bîne, projeya Federalîzma Demokratîk praktîze bikin.
Ji bo projeya dewleta Tirk a wê Kurdan bi Kurdan bide kuştin negihêje serkeftinê, em ê bikevin nav hewldanên mezin. Lê, ev hewldan ne ji ber tirsa wan e. Projeyek me heye û gel jî piştgiriya vê dikin. Siberoja Sûriyeyê bi serkeftina vê projeyê ve girêdayî ye. Lê, ev projeya Kurd bi Kurdan dana şikandin, mîna projeya şerê navxweyî yê gelên Sûriyeyê, wê Sûriyeyê ber bi hilweşandinê bibe.
‘TIRKIYE DIXWAZE LI SER AXA SÛRIYEYÊ BERBELAV BIBE’
Amerika’nın çağrısıyla Türk devleti ve Cerablus Askeri Meclisi arasında şu an bir çatışmasızlık durumu oldu fakat Türkiye sadece Cerablus’a girmekle sınırlı kalmak istemiyor. İlerlemek hatta belki Rakka’ya kadar gitmek istiyor. Ama bunu başaramayacak. Çünkü halkımız kendi kendini yönetmek istiyor ve Türkiye’nin bu işgal planına direnecek ve onu engelleyecek. Biz de Türkiye’nin bu işgal planı karşısında duracağız ve uluslararası alanda da sürekli ona karşı mücadelemizi geliştireceğiz."
Bi banga Amerîkayê niha mabeyna dewleta Tirk û Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê de agirbestek hatiye îlankirin, lê Tirkiye naxwaze tenê bi Cerablûsê sînordar bimîne. Dixwaze bi pêş biçe, heta dixwaze xwe bigihîne Reqayê. Lê wê têk biçe. Ji ber gelê me dixwaze xwe bi rê ve bibe û wê li hember vê projeya dagirkirinê li ber xwe bide û asteng bike.”
Habîb bal kişand ku eger dewleta Tirk hewl bide di nav Sûriyeyê de bi pêş biçe wê demê wê şerekî mezin ê navxweyî pêk were û ev jî wê Sûriyeyê parçe bike û got; “Ji bo planên Tirkiyeyê vala derkevin em ê bixebitin.”
‘EV WÊ HERÎ ZÊDE TIRKIYEYÊ BIŞEWITÎNE’
Habîb îfade kir ku di vê merheleyê de geşkirina şer wê herî zêde zerarê bide Tirkiyeyê bi xwe, ev ragihandin;
“Agirê ku li Sûriyeyê gur bike, wê herî zêde xwe bişewitîne. Agir wê bikeve nav Tirkiyeyê jî.”
Habîb destnîşan kir ku Tirkiye komên mîna DAÎŞ’ê afirandiye, lê wê ev kom êrîşî dewleta Tirk bikin.
‘EM YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN’
Ji endamên Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Habîb bi vê banga ji bo gelê Ereb ê li Sûriyeyê dawî li axaftina xwe anî:
“Ewqas sal me ti fêde ji gotinên mîna ‘yek milet, yek dewlet’ nedît. Îro wek gelên Sûriyeyê em di pêşengiya Kurdan de xwe projeyek çareseriya demokratîk in. Ev proje jî projeya neteweya demokratîk e. Ev proje wê bi ser keve. Ji ber ku xwe naspêre şovenîzmê.
Îro Kurdan tenê li ser pêkhateyek etnîkî proje bi pêş nexistin. Ev proje ji bo tevahî gelên Sûriyeyê hate afirandin. Dema dibêjim Kurd jî, ez behsa ew Kurdên di bin sêwana Xwerêveberiya Demokratîk û Sîstema Federaliya Demokratîk dikim. Ji ber ku hê yên mîna PDK’ê şovenîzmê pêş dixin jî hene. Em jî di serî de Ereb, dive li dijî her cure êrîşên ku parçekirina welatê me dike hedef, pêwîst e em yekîtiya xwe û jiyana xwe ya hevpar demokratîk hê xurtir bikin.”