Guven: Dawî li AKP'ê hatiye!

Hevseroka KCD'ê Guven nerazîbûn nîşanî AKP'ê da ku êrîşî nirxên gelê Kurd dike û diyar kir, gelê Kurd wê di nava her şert û mercî de nirxên xwe biparêze. Guven got, "Dawî li AKP'ê hatiye."

Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, êrîşên bi destê qeyûm li Amedê li dijî nirxên çandî tên kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Rêveberiya qeyûm a li Amedê, piştî ku tabelaya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn daxist, navê Park Orman kir "15 Temmûz Şehîtlerî Parki". Guven nerazîbûn nîşanî vê qirkirina çandî da ku bi destê hikumetê tê kirin da û destnîşan kir, ku ev kiryarên li pey hev pêk tên, di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de tên kirin ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya sala 2014'an de hatiye destnîşankirin.

Guven diyar kir, AKP ev demeke dirêj e hewl dide siyaseta Kurdli qada siyaseta demokratîk tasfiye bike û anî ziman, qeyûmên li Kurdistanê hatine bicihkirin jî ji vê siyasetê cuda nîne. Guven destnîşan kir, bi destê qeyûm dixwazin zîhniyeta DAIŞ'ê bixin meriyetê û bibîr xist, ku beriya niha jî navê Tahir Elçî hate rakirin, BÎrdariya Roboskî hate şikandin, bêhurmetî li peykerê Ehmedê Xanî hate kirin û peykerê ji bo Ûgûr Kaymaz hate amadekirin, hate rakirin.

'NE LI SER TABELAYAN E, LÊ DI HIŞ Û MEJIYAN DE NE'

Leyla Guven got, "Çi dikin bila bikin, hiş û bîra Kurdan teze ye; wê ne Roboskî, ne Cegerxwîn, ne jî Ehmedê Xanî ji bîr bikin. Kurd wê di nava her şert û mercî de nirxên xwe biparêzin. Navê Cegerxwîn li ser wê tabelayê jî be, ew li mejiyê Kurdan neqişî ye û wê ti carî ji dilê Kurdan nikaribe bê derxistin."

WÊ BIBIN BER DESTÊ DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ

Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven got, ew ê vê bêhurmetî û bêhiqûqiya li gelê Kurd tê kirin bibin ber destê Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Guven anî ziman ku ev mejiyê hilweşîner wê were darizandin got, nepêkane ku nirxên çandî yên gelê Kurd bi dayina berdêlên giran diparêzin bi destê qeyûm  bê tinekirin. Guven da zanîn, AKP a ku hem di şer de hem jî li qada navneteweyî de bi derbên giran têk çûye, bi rêya êrîşa li dijî nirxên Kurdan hewl dide xwe biparêze û got, "Ev hewldan pûç e. Gelê Kurd wê di nava her şert û mercî de xwedî li nirxên xwe derkeve. Êdî dawî li AKP'ê hatiye û gelên Tirkiyeyê wê hesabê vê bipirsin."

KIRASÊ 15'Ê TÎRMEHÊ LI QIRKIRINA ÇANDÎ KIRIN

Guven nerazîbûn nîşan da ku vê talana çandî di bin navê têkoşîna li dijî hewldana darbeyê de dikin û got, 15'ê Tîrmehê hewldaneke darbeyê ye ku AKP ji bo xwe bi kar tîne. Guven bibîr xist, bi bahaneya 15'ê Tîrmehê bi sed hezaran mirov ji kar hatine derxistin, qeyûm li şaredariyan hatine bicihkirin, AKP'ê tişta ku di dema desthilatdariya xwe de nekarî bike bi rêya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de kiriye. Guven got, "Eger hikumet bi rastî jî li dijî FETO têdikoşe, lazim e dest ji heman êrîşên generalên FETO'yî berde, ku van generalan li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin û komkujî kirin." Guven anî ziman, berdêla xwe çi dibe bila bibe gelê Kurd wê xwedî li vîna xwe derkeve û got, "Dibe ku îro bi rêya qeyûman dest danîbin ser şaredariyan, lê belê ev gel wê di hilbijartinên pêş de şaredariyên xwe û saziyên xwe yên hatine girtin ji nû ve veke. Heta niha kesî bi qenciyê tiştek nedaye Kurdan; Kurdan her mafekî xwe bi dayina berdêlên giran bi dest xistine."