Gurkan: Têkoşîna bindestan wê berdewam bike
Gurkan: Têkoşîna bindestan wê berdewam bike
Gurkan: Têkoşîna bindestan wê berdewam bike
Li bajarê Montpelier ê Franseyê konferansek bi sernava “Jin, demokrasî û pirsgirêka Kurd” hate lidarxistin. Gurkan di konferansê de axivî û diyar kir ku ew weke eniya ked, demokrasî û aştiyê wê tevî jinan, tevî Kurdan têkoşîna bindestan bidomînin.
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) û nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalid Îsa tevlî konferansa ji aliyê DIDF ve li Mala Kurdan hate lidarxistin bûn.
Seroka EMEP’ê Selma Gurkan pêşketin û bûyerên dawiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û têkildarî helwesta HDK’ê ya ku partiya wê jî di nav de ye, agahî da. Gurkan da zanîn ku wê têkoşîna bindestan bi eniya ked, demokrasî û aştiyê, bi karker, jinan û Kurdan berdewam bike.
Piştî Gurkan nûnerê PYD’ê yê Franse Xalid Îsa axivî û têkildarî bûyer û pêşketinên li Rojava nirxandinek kir. Îsa xebatên dîplomasî yên li Ewropayê tên meşandin jî nirxand û got: “Heta niha jî bi qasî ku em dixwazin me destek negirtiye. Lê xebatên me didomin.”
Piştre beşdarên konferansê axivîn û konferans bi dawî bû.