Gûmandarê Bostonê hate kuştin!

Gûmandarê Bostonê hate kuştin!

Polîsê Emrîkî ragihand ku, di encama lêpirsîna têkildarî teqîna li Bostonê ji gûmandaran yek miriye.

Şefê polîsan yê Bostonê Ed Davis di daxuyaniya ku li ser hesaba xwe ya Twitterê kirî, da diyarkirin ku ji du gûmandarên lêdigeriyan miriye û got, yê kasketa spî li serê wî jî di destê wî de çek heye û bi xetere reviyaye.

Beriya vê jî li Boston û derdora wê şeva Pêncşemê di encama şûpandinê de pevçûnê rû da. Di pevçûna ku li kampusa Enstituya Teknolojî ya Massachusetts (MIT) de rû da polîsek miribû. Di vê pevçûnê de kesekî ku weke “bigûman” dîtin birîndar bibû. “bigûmanê” ku piştî bi birîndarî hate girtin û mir, hate diyarkirin ku ew kesê “kasketê wî reş” yê wêneyê wî hatibû belavkirine.

Roja 14’ê Nîsanê li Bostonê di dema beza maratonê de teqînekê rû da û 3 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 170 kes jî birîndar bûn. Ev teqîn piştî êrîşên li DYA’yê 11’ê Îlona 2001’an li dijî cotavahiyan pêkhat, weke êrîşa herî mezin hate nirxandin.

Roja Duşemê FBI’yê du xwendekarên ku ji meha adarê ve windane tesbît kiribû û wêneyên du bigûmana belavkiribû.