Yek ji parêzerên OHP’ê Zuleyha Gulum a li ser navê HDP’ê hilbijartinan dişopîne, diyar kir di nav saetek û nîvê de ku hat diyarkirin ji sedî 80’î sindoqan hatiye vekirin gumana girtekên sexte yên sindoqan bi wan re çêdike. Gulum a ji ANF’ê axivî diyar kir ku li ser navê hêsankirinê, girtekên ku divê piştî ji aliyê desteya sindoqan bên dagirtin û paşê bên îmzekirin, danê sibehê li ser girtekên vala ku hatibûn îmzekirin anîn pêşiya wan. Gulum anî ziman ku wezîfedarên sindoqan heta girtekên bi îmzeyên şil wernegirin divê ji ser sindoqan veneqetin.
BILA WEZÎFEDAR NETERIKÎNIN
Ji Parêzerên OHD’ê Zuleyha Gulum destnîşan kir ku dema YSK ji sedî 40 aşkere kiribû, televîzyona ji sedî 80 daxuyand, ev ne tiştekî asayî ye û di pişt wê de manîpulasyon hene, di hundirê saetek û nîvê de ne gengaz e ku ji sedî 80 aşkere bibe. Gulum wiha axivî: “Encamên ne rast tên sîstemê û van encamana diyar dikin, an jî bê ku ti qeyd hebin ji bo manîpulasyonê bikin ev encamana didin. Her du jî pirsgirêkên mezin in ji ber ku yek jê sextekarî ye, ya din jî ji bo sindoq bên terkkirin û rewşek ji aliyê HDP’ê ve komkirina encaman de astengî derxistin e.”
ÎMZEYÊN SER RÛPELÊN SPÎ
Gulum diyar kir ku tiştê girîng pêwîst e wezîfedarên sindoqan girtekên bi îmze bigirin, şiyar kir ku ger girtek neyên girtin, li hember bê hiqûqiyan ti şansê îtîrazê namîne, bang li wezîfedarên sindoqan kir ku bila heta dawiyê li sindoqên xwe xwedî derkevin. Gulum bûyerek balkêş a îro qewimî jî parve kir, bal kişand ku danê sibê girtekên hatine îmzekirin hatiye pêşiya wan. Gulum ragihand ku di bin navê hêsantiyê de girtekên divê piştî desteya sindoqan dagirtin bê îmzekirin, danê sibê bi awayekî îmzekirî hatiye pêşiya wan. Gulum wiha hişyar kir: “Tiştê li ber çavan ew e ku hin bi encamên ne rast, yên sexte dikevin sîstemê û ji wir hin encaman aşkera dikin.”