Grevên Birçîbûnê mezin dibin, girtî tên êşkence kirin!

Li Edenê greva birçîbûnê mezin dibe. Hat diyarkirin ku girtiyên li Balikesîrê bi zorê birine nexweşxanê û derp kirine.

Li Girtîgeha Edene ya Tîpa M, ji 4’ê Nîsanê vir ve Bûrhan Çelîk, Mehmet Taç, û Mazlûm Erdem di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her 3 girtiyên ku di gireva birçûbûnê de ne di derbarê xwestekê xwe de ji Wezareta Dadê re daxwaznamek şandine, hat diyarkirin ku Yumlu Ustun, Zafer Bahadir, Omer Toluk, û Mûstafa Ozer jî îro beşdarê çalakiyê bûne.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe ve li raya giştî banga hêstiyariyê kirin.

BALIKESÎR

 Li Girtîgeha Bandirmayê girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne hate îdîakirin ku bi zorê birine nexweşxaneyê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ya Balikesîrê 21 girtî ji 5'ê Nîsanê û heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, hate îdîakirin ku girtiyên di grevê de ne îro hatine derbkirin, û bi zorê birine nexweşxaneyê. Girtiyê bi navê Mûzaffer Akengîn ê bi malabat xwe re bi telefonê axivî diyar kir ku serê sibehê gardiyan û jendirmeyên ketine odeyên girtiyan bi zorê destê girtiyan kelepçe kirine û birine nexweşxaneyan. Girtiyên ku çûyîna nexweşxaneyê red kirine di rê de hatine derbkirin.

Navê girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ev in: Emîr Yuce, Mûrat Kepenek, Mehmet Emîn Yildirim, Kerem Bûdak, Engîn Okûtûcû, Maşallah Eren, Yûnûs Ûşûmûş, Agît Yilmaz, Şahîn Geges, Abdullah Kaya, Metîn Gezen, Mîkaîl Bîlgîn, Hamza Altûn, Şeyhmûs Can, Cîhan Ûbraş, Kamîl Îzgî, Fesîh Taş, Yûsûf Serhat Bîlgîs, Hasan Abît, Umît Agirbaş û girtiyê navê wî nehat hînbûn ê paşnavê wî Taş e.