Greva girtiyên siyasî ya birçîbûnê kete roja 100’î

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan dabûn destpêkirin, kete roja 100’î.

Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 100 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 79’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 62’an de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 20’emîn dewr girt, di roja 100’emîn de didome.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir, bi koma 40'an di roja 79’emîn de didome.

 YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 62'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.