BI DÎMEN

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 2. de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku li Strasboûrgê ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li girtîeghên Tirkiyeyê ku di asta sînorê mirinê de ne, di roja 2 de didome.

Duh li Strasboûrgê bi armaca piştgirîkirina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveber ku li girtîgehên Tirkiyeyê 59 roj li pey xwe hişt, li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û Konseya Ewropayê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku dinava wan de Parlamneterên HDP'ê û nûnerên saziyên Kurdan jî hene, di roja 2. de ye

Parlamneterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tûba Hezer, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, Nûnera TJK-E Xanim Engîzek, Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr, Hevseroka NAV-BEL Arîfe Soysuren, Hevserokê DEM-NED Huseyin Yildiz, Hevserokê FEDA Velî Kaya, Nûnerê CİK Melle Mustafa, Rojava, Rojhilat, NAV-YEK, Nûnerê Ciwanên Azad Ahmet Yildirim û Nûnerên Malbatên Winda û Mexdur tevlî greva birçîbûnê bûne.

Ji bo piştgirîdayina çalakiyê, Rojnamevan û Nivîskar Ahmet Nesîn, Hunermend Pinar Aydinlar, Siyasetmedar Filîz Koçali, Akademisyenê Aşitiyê Ûtkû Sayîn, Nivîskar Azîz Tunç, Hevberdevkê HDK-A ya Fransa Doç.Dr. Îbrahîm Sedo Aydogan, Rojnamevan Îbrahîm Çîçek, Fûsûn Erdogan a bêjer û Hevberdevka HDK-A Demîr Çelik tevlî çalakiya greva bi dem û dorveger bûn.

JI PARTÎZAN Û SYKP'Ê SERDAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 2. de, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku li Fransa û Elmanya û bajarên derdor dijîn serdana çalakgeran dikin û piştgiriyê didin çalakiyê. Bi armanca piştgirî dayîna çalakiyê îro Nûnerên Partîzan-Ewropa û Hevserokê SYKP'ê Ahmet Kaya serdana çalakgeran kir.

Nûnerê ku li ser navê Partîzan-Ewropa axîvî û ji bo grevên birçîbûnê yên ku ketîn rewşek krîtik, banga hestiyariyê li raya giştî kir û di axaftinên xwe de bal kişand ser bi hatina biharê re Erdoganê faşîst rewşek nû daye êrîşên xwe. Nûnerê Partîzan-Ewropa bang li hemû girse û raya giştî kir ku piştgirî bidin çalakiyan.

JI BO PIŞTGIRÎ DAYÎNA BERXWEDÊRÊN GIRTÎGEHAN WÊ XEBAT WERIN BIRÊVEBIRIN

Hevserokê SYKP'ê Ahmet Kaya ji axivî û wiha got: "AKP û Qesrê îradeya ku gelan di 7'ê Hezîranê de derxistî holê nas nekir û pêvajoya ber bi 1'ê Mijdarê ve li bajarên Kurdan û dîsa piştî 1'ê Mijdarê bi qetlîmanên li Kurdistanê daxwaz kir ku çok daynin erdê. Bi hinceta darbeya 15'ê Tîrmehê, AKP û Erdogan di çarçoveya Rewşa Awarte de bi derxistina Biryarnamên di Hikmê Qanûnan de di destpêkê de HDP û hemû mûxalefet kir hedef.

Ciwan, jin, Elewî û baweriyên din ji hedef hatin girtin. Daxwaz kirin ku şêweyekî nû bidin civakê. Encamên van politîkayan jî bi hezaran mirov xistin girtîgehan. Ji bo ku tenê sîstema seroaktiyê bîne referandûm xistin rojevê. Li rexmê hemû zext û girtinan jî kampanyayekî zindî ya NA hat meşandin. Em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan."

WÊ RAYA GIŞTÎ YA FRANSA Û ELMANYAYÊ WERIN AGAHDARKIRIN

Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, aktivîteyên ku raya giştî ya Elmanya û Fransa werin agahdarkirin lidar bixin. Di vê çarçoveyê de wê bi saziyên Ewropa, saziyên resmî yên Fransa, partiyên siyasî, dêr û saziyên mafê mirovan jî di nav de hevdîtin werin kirin û dosya radestî wan werin kirin.

Çalakger wê her roj belavok û broşuran belavkirin.