Greva birçîbûnê ya li Lavrîoyê 2 meh li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê penaberên Kurd ve hate destpêkirin, 2 meh li pey xwe hişt.

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, li kampa penaberan greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 61'ê de ye.

Bi merasîmekê îro li kampê koma 13'an çalakî dewr wergirt.

Ji çalakgeran Hayrî Eryetmez axivî û diyar kir ku gelê Kurd wê têkoşîna ji bo azadiyê li her qadê bilind bike û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike. Eryetmez got, "Em ê tecrîdê bi dawî bikin, Rêberê xwe azad bikin."

Li kampê her wiha ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re ji 13'ê Kanûnê ve her roja Şemiyê saet di 20:00 û roja Sêşemê saet di 13:00 de çalakiya deng derxistinê tê lidarxistin.