Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 4'an de ye

Greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kirin, di roja 4'an de ye. Tê payin ku di 2'ê Kanûnê de koma duyemîn grevê dewr bigire.

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de bi rengê bêdem û bi dorveger dest pê kirin, dewam dike.

Bi hezaran girtî bi hev re ketin grevê. Çalakî di roja 4'an de ye. Tê payin ku 2'ê Kanûnê koma nû grevê dewr bigire.

Girtiyên ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn diyar kirin ku heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya xwe dewam bikin.