Greva birçîbûnê ya li Berlînê destpê kir
Greva birçîbûnê ya li Berlînê destpê kir
Greva birçîbûnê ya li Berlînê destpê kir
Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li qada navdar a Brandenburg Tor a Berlînê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî destpê kir.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro set di 13.00'an de, li Qada Brandenburg Tor (Deriyê Brandenburg) ya ku ne tenê ji bo Berlînê, ji bo hemû Elmanyayê xwedî girîngiyekî mezin e, bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir.
Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li Berlîn û derdorê dijîn hat destpêkirin, li qadê kon hatin vedan. Çalakî bi axaftina Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç ê di nava çalakvanên greva birçînbûnê de cih digire destpê kir. Koç ku bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ û giringiya berxwedana Kobanê û xwest ku hemû kes piştgiriyê bide çalakiyê.
Koç diyar kir ku divê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanekî navneteweyî ya ciddî bê nîşandan û got ku di vê mijarê de bi taybetî rolekî girîng dikeve ser milê Elmanya û Yekîtiya Ewropayê. Koç xwest ambargoya li ser Rojava bê rakirin û zext li Tirkiyeya ku destekê dide çeteyên DAIŞ bên kirin.
Yekem kesên piştgirî dan greva birçîbûnê ev in: endama Yekîtiya Hekîmên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr. Gisela Penteker, Prof. Dr. Norman Paech, civaknas Martin Dolzer û Sekretera Giştîyê Tevgera Aşitiyê ya Katolîkan Christine Hoffmann.