Greva birçîbûnê bi destek û tevlîbûnên nû di roja 13. de ye
Greva birçîbûnê ya ji bo hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê ji aliyê rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ve hat destpêkirin, di roja 12. de ye. Gelek hêz û derdorên civakî diçin serdana çalakgeran.
ANF
STRASBOÛRG
yekşem, 4 rezberê 2016, 07:02
Xebatkarekî ji medya Êzidî yê ji Çira TV tevlî koma desteka grevê bû. Tê gotin, çalakgerên di greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger de ne, bi qasî 7-8 kîlo dan.
Greva birçîbûnê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya 23'ê Tebaxê ya li ber Kkonseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê, li Dêra La Tres-Saînte-Trînîte ya li semta Esplanade dewam dike. Ji roja Înê û vir ve 5 kesên ji rêveberiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo piştgiriyê tevlî grevê bûn. Duh jî xebatkarê Çira TV Îdrîs Bagok tevlî bû.
CIVAKA BÛDÎST A STRASBOÛRGÊ ÇALAKGER ZIYARET KIR
Duh ji ber festîvala li Kolnê, bi tenê çend ji endamên malbatê û xebatkarên medyayê, çalakger ziyaert kirin. Pêr komek ji 7 kesan a ji ola Bûdîzmê, çalakger ziyaret kiribû.
Li gorî agahiyên ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Sezaî Ûçar ve hatin dayîn, Bûdîstên destek dan greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan û Şengalê dan xuyakirin, ku mirovên tevlî greva birçîbûnê bûne, ji doza xwe bawer dikin û mirovên ji aliyê hestewarî ve gelekî xurt in. Ûçar anî ziman, wan der barê armanca çalakiyê de dosyayek pêşkêşî heyeta Bûdîst kirine û endamên heyetê jî gotine, ew ê bi saziyên pêwendÎdar re têkiliyê deynin û armanca grevê ji wan re vebêjin.
Di vê navberê de wê Bûdîst îro çalakiyeke berfireh lidar bixin û tê payîn Peşîmam Ekrem jî di vê çalakiyê de baxive. Di çalakiyê de wê li ser armanca greva birçîbûnê belavok werin belavkirin.
BI QASÎ 7-8 KÎLO JI ÇALAKGERAN ÇÛN E
Li ser rewşa çalakgeran, Dr. Fahrettîn Gulşen ê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye wezîfedarkirin, daxuyaniyek da. Dr. Gulşen diyar kir, bi qasî 7-8 kîlo ji çalakgerên grevê çûne. Dr. Gulşen anî ziman ku tansiyona 3 ji 5 çalakgeran dikeve û bilind dibe û anî ziman, ku ji ber birçîbûnê hesasiyetek li bedena çalakgeran rû daye.
Dr. Gulşen bal kişand ser bandora neyînî ya hewa germ li rewşa çalakgeran û got, "Em bi fikar in ku di rojên pêş de hin komplîkasyon rû bidin. Bi taybetî dibe ku li pişik û gurçikê enfeksiyon der bibe."