Goristana 'Şehit Egît Suruç' ji nû ve tê çêkirin

Goristana 'Şehit Egît Suruç' ji nû ve tê çêkirin

Piştî leşkeran bi fermana Waliyê Mêrdînê êrîşî Şehîtlîka "Şehît Egît Sûrûç" kir û kevirên gorên gerîlayên HPG'ê tev hilweşandin, îro bi hezaran welatî di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê de dîsa çûn Çiyayê Bagonê û gorên gerîlayên HPG'ê ji nûve ava kirin. Hezaran kes dê îşev li ser gorê nobetê bigirin.

Bi hezaran endam, rêveber û nûnerên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî li gel malbatên gerîlayên PKK'ê serê sibê bi karwaneke mezin ji Mêrdînê hatin Çiyayê Bagokê û gorên gerîlayên GHG'ê yên Şehîtlîka "Şehît Egît Sûrûç" ku ji aliyê lekeran ve hat wêrankirin ji nûve ava kirin. Di 2'ê Îlonê de leşkeran bi fermana Waliyê Mêrdînê êrîşî goristana Şehîtlîka "Şehît Egît Sûruç" kiribûn û kevirên gora Ahmet Ugurlu (Egît Suruç) hilweşandibûn. Piştî vê yekê li gelek deveran li dijî vê êrîşê meş û çalakiyên girseyî pêk hatin. Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê, Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, Şaredarên BDP'î yên navçeyan, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, nûner û rêveberên MEYA-DER, TUHAD-DER, HDK, BDP, Dayikên Aştiyê, Gerîlayên Meclisa Bajar jî di navde bi hezaran kesên ku serê sibê li ber avahiya BDP'ê ya Mêrdînê kom bûn bi karwanekî mezin di Nisêbînê re derbasî Çiyayê Bagokê bûn. Li gel polîsan serê sibê karwana mezin rawestant jî dîsa bi hezaran kes ji bo avakirina "Şehîtlîkê" astengiyên li pêş xwe rakirin û meşiyan Çiyayê Bagokê. Bi hezara kesên ku gihiştin Şehîtlîka "Şehît Egît Sûrûç" bi xîz, çîmento, tûxla û malzemeyên înşaatê dest bi avakirina gorên hatine hilweandin kirin. Li Şehîtlîka Egît Sûrûç alên KCK û HPG'ê û Posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat bilindkirin. Girse piştî gihşt herêmê û dest bi avakirina gorên hatine hilweşandin kir, helîkopter bê navber di ser girsê re firiyan. Li ser goristanê Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, diyar kir ku ev zilme li ser gelê kurd tê meşandin û niha gelê kurd li Çiyayê Bagokê dîrokê dinivîse.

Çelik, li ser daxuyaniya KCK'ê jî rawestiya û anî ziman ku ji ber AKP'ê gav neavêt ev biryar hat dayîn û wiha got: "Aştî bi yek alî pêş nakeve. Divê hikûmet gavên şênber û çareseriyê bavêje. Ji bo gavên pratîk jî divê berî her tiştî şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û Birêz Ocalan karibe bi her kesî re diyalogê pêş bixe."

 Avakirina gorên hatine hilweşandin heta tarî ket erdê berdewam kir. Avakirina goran dê sibê jî berdewam bike. Bi hezaran kes dê li ser Goristanê ya li Çiyayê Bagokê nobetê bigire û sibê avakirina goran berdewam bike.