Gora Tûtankamûn beriya restorasyonê hate nîşandan
Rayedarên Misirê gora bi zêrav a Tûtankamûn beriya restorasyonê li nêzî Kahîreyê nîşan da. Vê berhema bi qîmet ji sala 1922’an a ku hatibû keşifkirin wê cara pêşîn were restorekirin.
Rayedarên Misirê gora bi zêrav a Tûtankamûn beriya restorasyonê li nêzî Kahîreyê nîşan da. Vê berhema bi qîmet ji sala 1922’an a ku hatibû keşifkirin wê cara pêşîn were restorekirin.
Gora Tûtankamûn wê bibin Geliyê Kralan ên li El Uksurê.
Wê gora fîrewnê ciwan li muzeya mezin tevî berhemên din were nîşandan. Tê payîn ku wê muze beriya sala 2020’an were vekirin.
Restoration work begins on Tutankhamun gilded coffin at the Grand Egyptian Museum #egypt #egyptology #archaeology #restoration #tutankhamuntomb #kings #newspapers #grand_egyptian_museum pic.twitter.com/OO4PAODItC
— Ministry of Antiquities-Arab Republic of Egypt (@AntiquitiesOf) August 4, 2019
Restorasyona li ser gora Tûtankamûn di nîveka Tîrmehê de hate destpêkirin û wê bi qasî 8 mehan bidome. Lahîta ku derveyî wê zerê zêr e bi qasî 2,23 metreyan dirêj e.
Tûtankamûn ê ku beriya Mîladê di sala 1333’an de derketiye ser text, fîrewnê herî navdar ê di dîrokê de ye.
Tûtankamûn ê ku hevserê Nefertîtî û kurê Akhenaton e, di 9 saliya xwe de derkete ser text û 10 sal şûnde ji ber nexweşiyê mir.